HRE'yê şehadeta şervanekî xwe ragihand

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Karker Efrîn di qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de 16′ê Kanûnê şehîd bûye.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya têkildarî şehadeta Karker Efrîn wiha ye:

“Hevrêyê me Karker Efrîn ê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedana me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê de kar û xebatên xwe li herêma Efrînê dida meşandin, 16’ê Kanûnê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Hevrêyê me Karker Efrîn bi navê xwe yê rast Ebdirehman Hisên ê ji pêkhateya Ereb e, li navçeya Cindirês a girêdayê Efrînê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê ciwan de wek ferdekî ji pêkhateya Ereb bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku şervan û pêkhateyên herêmê li kêleka hev ref bi ref wekî lehiyê herikîn qadan li beramberî rejîma zordest dengê xwe bilind kirin, rêhevalê me Karker jî bi bayê şoreşê re berê xwe da nava refên şoreşê, bû dildarê azadî û xaka xwe. Çeka hilgirt û rext li xwe kir, berê xwe da çeteyên ku dixwazin tarîtiyê bînin serê gelê herêmê. Di cih û demên herî zor û zehmet de li kêleka hevrêyên xwe qada cengê berneda. Bi taybetmendiyên xwe yên fedakar û dilnizm di demekî herî nêz de li derdora lê dijiya û derbasî  ku derê dibû dihate hezkirin. Bi coş û kêfxweşiyeke herî bilind karîbû gelek erk û wezîfeyên jê re dihatin diyarkirin, bi serkeftî pêk bîne.

Ji ber Şoreşa Rojava di demeke kurt de veguherî şoreşa tevahî mirovahiyê, pêkhateyên herêmê jî hebûna xwe di vê şoreşê de dîtîn. Ev yek jî ji bo dijminê şoreşê bû nerehetiyek; bi taybetî jî ji dewleta Tirk a dagirker re bû derd û kuleke ku di firsendeke herî biçûk de şoreşa me tesfiye bike. Piştî dewleta Tirk a dagirker bi teknîka serdemê ya herî pêşketî bi alîkariya hêzên derve û ji bêdengiya raya giştî ya cîhanê sûd wergirt, sala 2018’an êrîşî Efrînê kir. Gelê me yê vê herêmê neçar ma koçî herêma Şehbayê bibe. Ji bo rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, rêheval Karker jî carekî din ji dil ev êş û azara gelê xwe hîs dike, bi çavên xwe hovîtî û faşîzma dewleta Tirk a dagirker dibîne. Ev yek careke din dibe sedema hevrê Karker berê xwe bide nava refên me yên Hêzên Rizgariya Efrînê. Hevrê Karker rastiya dijminê qirker û hov baş nas dikir. Ji bo Efrîn rizgar bibe di serî de di warê perwerdeya birdozî û leşkerî de xwe kûr kir û tenzîm kir. Her ku xwe nas kir, kîn û hêrsa tolgirtina ji dijmin pêre xurt bû. Heya kêliya ku hevrêyê me Karker şehîd bikeve jî bi awayekî herî serkeftî hemû erk û wezîfeyên derketin pêşiya wî bi serkeftî pêk anîn.

Em bi saya leheng û fedaiyên dilwêrek ên wek Karkeran heya van rojan hatin, bi saya wan lehengên giranbiha em roj bi roj nêzî serketinê dibin. Wê bîranîn û armancên wan bibin bingeha têkoşîna me. Em weke hevrêyên wan careke din soz didin xeyalên wan ên di welatekî azad de jiyaneke azad a hevbeş wê teqez pêk bên. Di serî de malbata me ya hêja ya hevrê Karker, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Karker Efrîn
Nav û Paşnav: Ebdirehman Hisên
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 16 Kanûn 2023