HRE: Li Efrînê çeteyek hat kuştin, serçeteyek jî birîndar bû

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê çalakiyek lidarxistine. HRE got; “Di çalakiyê de serçete Mihemed Hemadin bi giranî birîndar bû û çeteyek hate kuştin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên hêzên wan yen li Efrîn û dora wê li dijî çeteyên dewleta Trik didomin.

HRE’yê got; “Roja 24’ê Adarê şervanên me li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrîne bi çekên ferdî çalakiyek li dijî wesayîta leşkerî ku serçeteyê bi navê Mihemed Hemadîn ku berpirsê Disiplîna Leşkerî ya li Efrîne ye û tevî çeteyê bi navê Mihemed Ebu Tirkî têdebûn lidar xistin. Di encama çalakiyê de serçete Mihemed Hemadîn bi giranî birîndar bû û çeteyê dîn hat kuştin.”