HRE: Li Efrînê baregehek hate rûxandin, 6 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand li Efrînê ya dagirkirî bi çalakiyekê baregehek rûxandin û '5 jê çete 1 leşker' hatine kuştin.

HRE'yê di daxuyaniya niviskî de got, ''Çalakiyên tolhildanê yên hêzên me yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser wê ve didomin.''

HRE'yê diyar kir çalakî di navbeyna 22 û 11'ê Cotmehê de hatine kirin û hate gotin, ''22'yê Cotmehê  li gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê li dijî mewzî û baregehên komên çete yên bi ser artêşa Tirk a dagirker ve çalakiyeke hatiye kirin.''

HRE'yê li ser encama çalakiyê got, ''Di çalakiyê de baregehek hatiye rûxandin, 5 çete hatin kuştin, her wiha tivingek AK -47, dûrbînek termal a aselsanê û êlekekî êrîşê hatiye bidestxistin.''

Di daxuyaniyê de têkilî çalakiyê wiha hate gotin: ''Li aliyê dî di daxuyaniyekê de me gotibû 11'ê Cotmehê li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a li gundê Meryemînê hêzên me çalakiyek kirine û 2 leşkerên Tirk birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ji leşkerên birîndar 1 jê li nexweşxaneyê miriye.''