HRE: Li Efrîn, Bab û Marê du dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku wan li Efrîn, Bab û Marê çalakî li dar xistine yên ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. HRE’yê diyar kir ku du dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan di 23 û 24’ê Hezîranê de çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 23'ê Hezîranê de hêzên me bi çalakiyeke sabotajê komeke çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Daxilî Baş ê girêdayî herêma Babê kirine hedef. Encama çalakiyê û hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Di 24`ê Hezîranê de hêzên me çalakiyeke kemînê li dijî çeteyên koma çete ya bi navê El Cebha El Şamiyê li gundê Til Malid ê girêdayî herêma Mare li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Di 24`ê Hezîranê de yekîneyek me li ser rêka gundê Hisê yê girêdayî navçeya Mabata bi çalakiyeke taybet li çeteyekî Firqet El Emşat dan û ev çete hate kuştin.”