HRE: Li Şehbayê 22 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li du qadên Şehbayê hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistine û herî kêm 22 dagirker kuştin. HRE’yê diyar kir ku 3 şervanên wan jî şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li du qadên Şehbayê hêzên wan li dijî çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistine û herî kêm 22 dagirker kuştin. HRE’yê diyar kir ku 3 şervanên wan jî şehîd bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 3 şervanên wan duh di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar ên Şehbayê şehîd bûne. HRE’yê ragihand ku 22 dagirker jî hatine kuştin.
Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:
"Di roja 1‘ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi navê Sûltan Mûrad, Cebhe El-Şamiyê û Ehrar El-Şam bi piştgiriya çekên giran êrîşek bejahî birin li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar yên bi ser herêma Şehba. Di encamê bersivdayina hêzên me de êrîş hat şikandin. Di encama şer û pêvçûnên ku qewimîn de 22 çeteyên dagirker hatin kuştin, û bi kêmanî 10 an çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 çeka AK-47 û 1 rext ji aliye hêzên me ve hat desteserkirin. Di wan pevçûnan de 3 şervanên me şehîd bûn.
Di heman rojê de artêşa dagirker gundên navçeya Şera, Şêrawa û herêma Şehba bê navber topbaran kir. Her wiha tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike.
Di pêvajoyek ku dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşên xwe li ser axa rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê de zêde dike, rêhevalên me Dilpak Efrîn, Nemir Efrîn û Bakûr Efrîn bi berxwedaniyekî bêhempa şer kirin û gihiştin şehadetê.
Rêheval Dilpak erk û berpirsiyariyên demê rast fem kiribû û herî dawî wekî fermandarê tabûrê erk dikir. Hevalekî Ereb bû û ji destpêka şoreşa Rojava heya niha di gelek hemleyan de cîh girtibû. Bi sekna xwe ya bi biryar tu caran li hemberî dagirkeriyê paş ve gav neavêt û di terzê fermande ya demê de pêşengtî kir. Rêheval Nemir û rêheval Bakûr xwe di xeta fedaîtî û azadiyê de li gorî şerkeriya demê bi biryarbûn û baweriyekî xurt amade kiribûn. Rêheval Nemir wekî fermandarê taximê erk dikir. Bi fedakarî û bi biryarbûna xwe her tim ji bo hevalan dibû çavkaniya hêz û moralê. Rêheval Bakûr jî bi sekna xwe yê bi biryar, li hemberî dagirkeriyê heta fîşekên xwe yên dawiyê şer kir û bi vê şeklê gihîşt şehadetê.
Em Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê rêhevalên xwe Dilpak Efrîn, Nemir Efrîn û Bakur Efrîn de tevahî şehîdan bibîr tînin û soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê dûbare dikin."
Nasnameyên şehîdan wiha ne;
Nasnav: Dilpak Efrîn
Nav û Paşnav: Esed Mihemed
Navê Dayikê: Suad
Navê Bav: Xalid
Cihê ji dayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Şehba - Girê Radarê / 1 Sibat 2020
***
Nasnav: Nemir Efrîn
Nav û Paşnav: Nîhad Mihemed
Navê Dayikê: Elîf
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Şehba - Girê Radarê / 1 Sibat 2020
***
Nasnav: Bakûr Efrîn
Nav û Paşnav: Omer Osman
Navê Dayikê: Siham
Navê Bav: Suphî
Cihê ji dayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Şehba – Girê Radarê / 1 Sibat 2020."