HRE: Hevrêyê me Şiyar Denîz li Efrînê şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnameya Şiyar Denîz eşkere kir ku li Efrînê şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê îro bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî ragihand. HRE’yê da zanîn ku şervanê wan Şiyar Denîz (Xelîl Hiso) di 25’ê Tebaxê de li Efrînê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hevrêyê me Şiyar Denîz di 25’ê Tebaxa 2021’an de li herêma Efrînê, dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.

Heval Şiyar, li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda welatparêzî mezin bû û ev çand di kesayeta xwe de veguherand hêza şoreşgeriyê. Hevrê Şiyar, dagirkerî û qirkirina ku li ser welatê me û gelê me tê meşandin, tu carî qebûl nekir û di nav têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de cihê xwe girt. Heta kêliya dawîn erkên xwe bi berpirsyariyeke mezin bi cih anîn û her tim ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û baweriyê.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şiyar Denîz
Nav û Paşnav: Xelîl Hiso
Navê dayikê: Ferîda
Navê bav: Murad
Cih û dîroka şehadetê: Efrîn, 25 Tebax 2021
Em di şexsê heval Şiyar de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."