HRE’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê, 2 çalakiyên bersivdayînê

HRE’yê ragihand ku di 2 çalakiyên duh li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin de, 6 leşker û polîs hatine kuştin.

Ji bo bersivdana êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) du çalakî li dijî artêşa dagirker li dar xist.

HRE’yê di daxuyaniyeke xwe de agahiyên çalakiyên xwe parve kirin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bê navber li hember heremên me didomîne. Di rojên dawî de bi êrîşên hewayî hîn zêdetir kiriye. Di van êrîşên hewayî de ku du roj in berdewam dikin bi piranî warên welatiyên sivîl tên hedef girtin û di encama van êrîşan de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li hember van êrîşan ji aliyê hêzên me ve di roja 20’ê Mijdarê de du çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.

Çalakiya yekemîn li hember karakola Oncupinar a polîsên taybet (POH) hat lidarxistin. Di encamê vê çalakiyê de 1 jê komîser 3 POH hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Çalakiya duyemîn li herêma Marê li hember baregeha Dabik hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.”