HRE: Di êrîşên hewayî de 5 şervanên me şehîd bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî deverên koçberên Efrînê lê dimînin de, 5 şervanên wan şehîd û 2 welatî jî birîndar bûn.

HRE’yê bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got: “Dewleta Tirk a qirker û faşîst piştî dagirkirina Efrînê li dijî gelê me yê koçber êrîşên xwe bê navber berdewam kir. Herî dawî di roja 19’ê Mijdarê di seatên şevê de li hember gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê êrîşên hewayî li dar xist. Di van êrîşan de gelek cih û warên welatiyên sivîl hatin hedefgirtin.”

Her wiha di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Di heman demê de êrîşên hewayî yên berfireh li dijî herêmên Til Rifet û Şera, gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix, Şewarxa û gelek cih û warên gelê me yê koçber hatin hedefgirtin. Di encama van êrîşan de 5 şervanên me şehîd ketin. Her wiha 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûn. Dîsa di van êrîşan de gelek baregehên artêşa Sûriyê jî hatin hedefgirtin. Di encamê de zêdetirî 20 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 20 leşker jî birîndar bûn.

Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê çawa ku me heta niha gelê xwe li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker parast, ji niha û şunde jî em ê bi biryarbûnek hîn mezintir gelê xwe û herêmên xwe biparêzin. Ev êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me û gelê me pêk anî, wê bê bersiv nemînin.

Em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe û malbatên şehîdên xwe re û şifaya acîl jî ji tevahî birîndaran re dixwazin.”