Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HRE: Çalakiyên me wê îsal zêde bibin, Efrîn wê azad bibe

HRE diyar kir ku wê îsal Efrînê azad bikin, dawî li zexta hovane ya dewleta Tirk bînin û destnîşan kir ku îsal wê çalakiyên wan gelekî zêde bibin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî salvegera 3'an a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanya HRE'yê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker di 20'ê Çileya 2018'an de, bi hevkariya hêzên ku çavên xwe li hemberî êrişan girtin, êrişên xwe li ser Efrînê dan destpêkirin. Li hember wan êrişên ku bi her cûre çekên giran, êrişên hewayî û teknîka şer a herî pêşketî ya serdemê hatî kirin de, gelê me ji 7 salî heya 70 salî di nav berxwedanê de bi coş û kelecanek mezin cîh girt. Bi rol û mîsyonek mezin li dijî hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wî sekna xwe da raberkirin û berxwedaneke bêhempa da nîşandan. Ji bo axa xwe, ji bo şeref û  rûmeta xwe her aliyên civakê bi sekneke bi rûmet di nav vê têkoşînê de cihê xwe girt û bedelên pir giranbûha û mezin da.

3 sal li ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn. Di wan 3 salan de dewleta Tirk a  dagirker bi her cûre pêkanînên dijmirovahî xwest ku li ser gelê herêmê zextê çêbike. Dîsa ji bo ku erdnîgarî û dîroka herêmê tune bike di nav hewldanan de ye. Dixwaze demografiya herêmê biguherîne û dîroka wê tune bike. Lê li hemberî wan pêkanînên dijmirovahî  îro gelê me yê ku li gund û navçeyên bajarê  Efrînê dimîne li hemberî faşizm û  hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bi seknek bi rûmet li ber xwe dide. Ji cewhera xwe, ji axa xwe, ji dîroka xwe qut nabin û ji bo vê yekê jî çi bedel pêwîst bike tê dayin. Em dizanin ku piştî dagirkirina navçe, gund û bajarê Efrînê gelek mirovên me neçar man ku li ser axa xwe bimînîn.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê her roj li hember keç, xort û ciwanên me yê li gund, navçe û bajarê Efrînê de mane ji bo ku vîna wan teslîm bigirin û wan ji axa wan bidin koçber kirin, hovîtiyên mezin li wan dikin. Ji bona vê yekê jî em dizanin ku her roj bi revandina mirovên me ya ku li gund û navçeyên bajarê Efrînê dimînin, dest dayîna ser mal û milkên wan, talan, tecawûz, kuştin, şantaj, destavêtîn, hemû rê û rêbazê şerê taybet tên kirin. Li hemberî vê faşîzma heyî em dizanîn gelê me yê ku di gund û navçeyên  bajarê Efrînê de maye têkoşîn dikin, li beramberî teslîmgirtinê li ber xwe didin.

Dîsa gelê me yê ku li herêma Şehba, rexmê ku ewqas sal li ser dagirkirina Efrînê derbas bûn, bi hêvî û kelecanek mezin, li benda rizgarkirina bajarê xwe ne. Dîsa gelê me yê ku li Şehba dimîne ji ber topbaran û ambargoyên ku rejîma Sûrî û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî didin meşandin, di nav zor û zehmetiyek mezin de ne. Ruxmî vê yekê têkoşîna xwe dewam dikin û serî li ber tu kesî natewînin û bi ruhê berxwedana serdemê tevdigerin.

Em weke zarokên gelê Efrînê, weke Hêzên Rizgariya Efrînê, vê sekna gelê xwe weke talîmat û perspektifeke pîroz digirin dest û ji gelê xwe û şehîdên xwe hêz, kelecan û moralek mezin digirin. Ji roja ku êrişên dagirkirina Efrînê destpêkir heta niha berxwedana me berdewam dike û di sala nû de hîn bêtir em ê vê berxwedanê xurt bikin û em ê bersivên pir giran bidin mêtînegerên ku axa me dagir kirine. Di vê berxwedanê de her çi qas ku hê jî, soza rizgarkirina Efrînê ku me daye gelê xwe yê berxwêdêr û şehîdên xwe nehatibe pêkanîn jî,  gelek derbên giran li dagirkeran hatiye xistin û çalakiyên me her roj bi awayek xurtir berdewam dikin. Di vê berxwedanê de heta niha, li hember dagirkeran ji 400 zêdetir çalakî hatin lidarxistin û di wan çalakiyan de ji 900 zêdetir dagirker hatin kuştin û herî kêm ewqas jî hatin birîndar kirin. Dîsa bi dehan seyare û cebilxaneyên wan hatin rûxandin û desteserkirin.

Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê bang li gelê xwe yê ku li gund û navçeyên  bajarê Efrîn, Şehba û yê ku koçberên derveyê welat bûne dikin ku ji bo em bajarê xwe ji dagirkeran rizgar bikin, kê li ku derê dibe bila bibe û ji destê wî/wê çi were bila bike. Di serî de kesên ku sîxurtî dikin, kesên ku ciwanên me direvînin, tecawiz li wan dikin, kesên ku diziyê dikin, kesên ku di nav civakê de tiştên nebaş dikin, li hember wan kesan divê herkes bi kîn, vîn û bi baweriyek mezin li beramber hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wî çi madî çi manevî dibe bila çalakiyên xwe di sala nû de xurttir bikin. Ji bona alîkarbûyûna hêza xwe di sala nû de divê herkes hedef û armancek dane pêşîya xwe û wisa têkoşîn û berxwedaniya xwe û dengê xwe bilind bike. Di heman demê de em bang li ciwanên xwe dikin ku werin tevli nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bibin, em ê  di sala nû de bi sekn û çalakiyên xwe bersivek tund bidin dagirkeran û em ê gelê xwe yê ku li gund û navçeyên bajarê Efrînê de dimîne ji nav vê hovîtî û zilma Dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

Pêwîst e dagirker vê yekê baş bizanibin ku, di sala nû de çalakî û berxwedana me wê bi awayekî xurttir berdewam bike. Ji bo vê yekê çi bedel pêwîst bike em amade ne ku bidin û em didin jî. Her çiqas îro hemû cîhan li hemberî pêkanînên dijmirovahî ku di dîrokê de hempayên wê kêm in bêdeng be jî, hêz û morala ku em ji berxwedaniya gelê xwe û ji şehîdên xwe digirin, wê me bibe serketinê."