HRE: 5 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên sabotajê kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 5 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên sabotajê kirin. Hate ragihandin ku di encamê de 5 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku li gundê Meryemîn ê navçeya Şera û qada Marê roja 3'ê Sibatê li dijî çeteyên artêşa Tirk 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di encama herdu çalakiyan de li gundê Meryemînê çeteyek û li qada Mareyê jî 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker bi obus, hawan û tankan bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şêrawa û Şera û Şehbayê kirin. Her wiha balafirên keşfê û şer li herêmê geriyan.