HRE: 2 şervanên me şehîd bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah şehîd bûne.

Di daxuyaniya HRE’ê yê derbarê şervanên şehîd bûne de ev tişt hatin gotin:

ʹʹDi roja 7’ê Cotmehê saet 6’ê sibehê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşek li ser çeperên hêzên me yên herêma Efrînê pêk anîn. Bi bersivdayîna şervanên me re, pevçûnek dijwar qewimî. Di van pevçûnan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn lê agahîyên zelal nehatin bidestxistin. 2 hevrêyên me bi nasnav Egîd Efrîn û Zinar Tilqerah di encama pevçûneke dijwar de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

EGÎD EFRÎN

Hevrêyê me Egîd di malbateke welatparêz a Efrînê li navçeya Racoyê ji dayîk bû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re wekî her mirovekî xwedî bi rûmet cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Di şerê me yê li dijî çeteyên DAÎŞ, El Nûsra û artêşa Tirk a dagirker de hevrêyê me Egîd bi tecrûbeyên xwe yên demê re wekî fermanderekî tevlî bû. Bi taybet di sala 2016’an li Şehbayê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi awayekî çalak tevlî van berxwedanan bû. Piştî dagirkirina Efrînê hevrê Egîd di eniyên berxwedanê yên herî pêş de cihê xwe girt û di her çalakiyeke ku li dijî dijmin hate li darxistin bi awayekî çalak tevlî bû û roleke diyarker lîst. Di şerê xwe de cesûr û jêhatî bû, ji bo wê di nav demeke kin de di asta fermandariya tabûrê de erk girt. Berpirsyartiya wî ya li hember gel û şoreşê her ku çû mezin bû, li gor vê rastiyê tevlî şer û jiyanê bû. Di jiyanê de li ser bingehê pîvanên bilind ên hevrêtiyê, bi dilnizmiyeke mezin tevlî jiyanê bû, di karê xwe de jî bê hesab, fedekar û kedeke mezin raber dikir. Bi vî ruhê xwe yê bilind heta kêliya şehadeta xwe jî derbên giran li dijmin da û bi qehremaniyeke mezin tevlî karwanên şehîdan bû.

ZINAR TILQERAH

Hevrêyê me Zinar Tilqerah ji pêkhateya me ya Ereb e. Di sala 2016’an de bi naskirina wî ya tekoşîna azadiyê re beşdarî nava refên şoreşê bû. Bi baweriya ku wê yekîtiya gelên Kurd û Ereb bibe wesîleya azadiya tevahî gelên bindest ên Rojhilata Navîn, projeya netewa demokratîk a Rêber Apo hembêz kir û ji bo wê bi kelecan û coşeke mezin beşdarî kar û xebatên şoreşê bû. Hevrê Zinar demekê di nava yekîneyên Cebhet El Ekrad de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi dilwêrekiyek mezin şer kir û piştî ku tevlî nava refên me bû, bi heman ruhî li dijî hemû hêzên dagirker şer kir û li ber xwe da. Di berxwedana Serdemê ya Efrînê de cihê xwe girt û mohra xwe li dehan destanên berxwedana serdemê da.

Şehadeta herdu hevrêyên me wê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê xurttir û mezintir bike û teqez em ê tola hevrêyên xwe hilînin. Di serî de herdu malbatên me yên hêja, malbatên şehîd Egîd û şehîd Zinar, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û wek Hêzên Rizgariya Efrînê em soza xwe ya pêkanîna xeyalên şehîdan û gelê xwe ji bo avakirina welatek azad nû dikin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Egîd Efrîn

Nav û Paşnav: Mahsûm Begdaş

Navê Dayikê: Hûriye

Navê Bav: Rifat

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê - 7’ê Cotmeha 2022

 

Nasnav: Zinar Tilqerah

Nav û Paşnav: Alaadîn Silêbî

Navê Dayikê: Ayşa

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê - 7’ê Cotmeha 2022."