HRE: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

HRE’yê li Efrînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku ji bo şehîdên Efrînê çalakiyeke tolhildanê lidar xistiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me bê navber dewam dikin, li hemberî van êrîşan çalakiya Tolhildana Şehîdên Efrînê hatiye lidarxistin.

Di 29'ê Sibatê de li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê hêzên me çalakiyeke tolhildanê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk lidar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin."