Hevserokê Encûmena TEV-DEM’ê ya Kantona Efrînê Hisên Welo di hevpeyvîneke taybet ya bi ANF’ê re kirî de anî ziman ku di van demên dawî de Meclîsa Enformasyonê ya Kurdistanê pêngavek ji bo derxistina navê PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ da meşandin û got, “Belê em weke TEV-DEM’ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kantona Efrînê, me di vê derbarê de gaveke baş avêtiye û ji bo ku em girîngiya vê kampanyayê ragihînin û bidin zanîn ku dem hatiye ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin, em beşdarî gelek çalakiyan bûne. Her wiha me komîteyek li Şehbayê ava kir ku ev komîte di aktîvkirina platformên dijîtal de pispor e û tevlî çalakiyên ku di vê demê de ji bo vê mebestê têne lidarxistin dibe.
Li Şehbayê jî kampanyayeke berfireh a îmzeyan bi heman armancê hat lidarxistin. Em weke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi rêya yekgirtina xwe û endamên xwe yên di nava bazar û bazirganiya aborî ya li Şehbayê de cih digrin; em ligel encûmenên her du kantonên Şehba û Efrînê tevlî vê pêngavê bûn û heta roja îro em hemû dane û agahiyên di derbarê vê pêngavê de diweşînin û bi civînên xwe çi gelemperî û çi rêxistinî be, hewl didin ku civakê bi giringiya derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ hişyar bikin. Ji ber ku heta PKK di lîsteya terorê de be, pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn wê çareser nebin, bi taybetî ku em di sedsala 21'an de ne. Weke tê zanîn ev sedsala azadbûn û azdkirina gelên bindest e, bi taybet em gelê Kurd me gelek êş û zehmetî ji ber hêzên otorîter û sitemkar ên herêmî kişandiye.”
'PKK JI BO PÊKANÎNA JIYANA AZAD Û WEKHEV DIXEBITE'
Welo bal kişande ser rolê PKK’ê ya ji bo doza gelê Kurd di asta navnetewî û wiha pêde çû, “Partiya PKK'ê bi damezrandina xwe ew yek ji tevahî cîhanê re nîşan da ku gelê Kurd jî yek ji wan gelên bindest e. Bang û armanca wê ya ji 40 salî û heta roja me ya îroyî ve ew bû ku gelê Kurd mafên xwe bistîne û bighiêje jiyaneke bi edalet û wekhev. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran got, ‘Çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi çareseriya pirsgirêka Tirkiyê ya li Tirkiyeyê heman tişt e û heman tişt li Îran, Sûriye û Iraqê derbas dibe. Projeya netewa demokratîk a ku îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêve dibe, ezmûna herî mezin e ku wê yekê îsbat dike ku PKK ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn, bi armanca ku ji wan re jiyaneke bi rûmet û wekhev peyda bike derketiye holê. Di demên dawî de hejmareke mezin ji siyasetmedar û kesên biyanî tevlî kampanya derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ bûn. Ji vê yekê tê fêmkirin ku tevahiya cîhanê bi wê yekê bawer dikin ku partiya PKK'ê ne partiyeke terorîst e ku dewleta Tirk bi nav dike. Lêbelê ew partiyeke ku ji bo ronîkirina pêşeroja gelên bindest û ji bo azadkirina wan ji bindestî û zordariyê kar dike û dixebite. Ji ber vê yekê ji tavahî cîhanê re eşkere bûye ku PKK ne partiyek terorîst e, belku PKK ji bo pêkanîna bi hevre jiyana azad û wekhev dixebite.”
'ARMANCÊN PKK'Ê XIZMETA JI BO TEVAHIYA GELÊN BINDEST E'
Hevserokê Encûmena TEV-DEM’ê ya Kantona Efrînê Hisên Welo wiha dawî li gotina xwe anî, “Bi derxistina navê PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ wê krîz û pirsgirêka doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çareser bibe û wê gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser bike. Wekî me berî niha anî ziman tevahiya cîhanê di wê baweriyê de ne ku partiya PKK'ê ne partiyek terorîst e û armancên wê xizmeta tevahî gelên bindest dike. Ji ber vê yekê Parlementoya Katalonya li Ispanyayê jî ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji ‘lîsteya terorê’ deng dan.”