Hisên Osman ji bo Hevserokatiya Meclîsa Rêveber hate hilbijartin

Hisên Osman ji bo Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hevserokên desteyê civîna xwe ya asayî ya salane lidar xist.

Di civînê de biryara îstifayê ya Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebîd Hamid El Mîhbaş û pêşniyara hilbijartina Hisên Osman li şûna wî hate xwendin.

Piştî ku desteya giştî biryar pejirand, Hisên Osman bû Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.