Komîseriyên bilind ên hilbijartinan ên her sê herêmên Bakurê Sûriyê beriya niha bi du rojan dema lidarxistina qonaxa sêyemîn a hilbijartinan taloq kir. Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif derbarê taloqkirina hilbijartinan daxuyanî da.
Hediye Yûsif di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku piştî qonaxa duyemîn a hilbijartinên Bakurê Sûriyê hate taloqkirin, ji ber tengbûna demê pêwîstî hate dîtin ku hilbijartinên qonaxa sêyemîn jî were taloqkirin da ku amadekarî werin kirin. Hediye her wiha got ku lîsteyên beşdarî hilbijartinan bûn û kesayatên serbixwe jî daxwaza taloqkirina qonaxa duyemîn a hilbijartinan kirine.
Yûsif ji ANHA’yê re axivî û got, “Ji ber tengbûna demê pêwistî hate dîtin ku qonaxa sêyemîn a hilbijartinê were taloqkirin. Lîste û kesên ku tevlî hilbijartinan bûbûn jî, xwestin bila were taloqkirin.”
Yûsif diyar kir ku Meclîsa Damezirîner bi endamên meclîsê yên ku di qonaxa duyemîn de hatibûn hilbijartin, li ser mekanîzmaya xebatê û karbeşiya di navbera meclîsên kanton, herêm û bajarokan civînan li dar dixe.