Piştî êrêkirina hevpeymana civakî di civîna duyem a meclîsa damezrêner ya Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriye ji bo bibe wekî numuneyekê, di vê derbarê de Konseya Bilind a Hilbijartinê ji bo Federaliya Demokratîk li Bakurê Sûriyê îro ji bo hevserokatiya komunan hilbijartin pêk anî. Jinên ji pêkhateya Ereb ku ji bo hilbijartinê bi hemû hêza xwe rabûn wiha gotin: " Îro rojeke dîrokî ye, ji ber ku em ê bi pêşengiya jinê civaka demokratîk ava bikin."
‘PIŞTÎ SALAN ÎRO JIN JI TINEBÛNÊ RIZGAR DIBIN’
Jina Ereb a bi navê Xedîca Mihemed kul i Girkêlegê dijî ,wiha nêrîna xwe anî ziman: “Îro rojeke dîrokî ye ku em bi rengekî demokratîk jin li ser sindoqan dengê xwe didin û ji tinebûnê rizgar bûne. Piştî hezaran salan ji tûnebûnê rızgarbûne û îro dengê jina Ereb derdikeve. Ji bo ku em civaka Demokratîk ava bikin pêwîste ku em di despêkê de jinê azad bikin. Bi hilbijartinên komînan ên ku tên lidar xistin rola jin jî têde tê xwuyakirin."
Jina bi navê Sara Silêman jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Divê ku jin bi vîna xwe, bi mafê xwe azad be. Di jiyanê de jî bi awayekî demokratîk biçe ser sindoqan.”
Lİ TİL TEMİRÊ JÎ JİN ÇÛN SER SİNDOQÊ
Ji bo avakirina jiyanek aram û çaresekirina kirîza Sûriyeyê, îro gelê Kurd,Ereb û Aşûr bi vîn û coşek mezin berê xwe dan sindoqên hilbijartinê û dengê xwe ji bo hilbijartina hevserokên komînan bi kar anîn. Di çarçoveya vê dengdayînê de li bajarê Til Temirê jî komînan bi awayekî rêk û pêk despê kirin.
Ji bo ku gel bi aramî dengê xwe bide hevserokê komîna xwe îro asayişa bajarê Til Temir li her deverê belav bûne û parastina gelê xwe dikin.
Gelê gundê Til Necma ya girêdayî Bajarê Til Temirê bi coş û heyecaneke mezin berê xwe dide komînan û dengê xwe dide.
‘PÊŞEROJA XWE BI DESTÊ XWE DIYAR DIKIN’
Welatiya bi navê Seadiya Nayif ku ji komîna Ebd îlah e kêfxweşiya xwe anî ziman û ev nirxadin kir: "Îro ji ber ku em hatine hevserokên komunan hilbijêrin, em pir kêfxweş in bi van hilbijartinan. ji ber ku em dikarin nerîn û dengê xwe bidin xwe û pêşeroja xwe bi destên xwe diyar bikin.”
Welatiya bi navê Seaad Hena Dawûd jî ku ji komîna Senherîb Mûşê ye jî diyar kir ku komîn bingeha civakê ye û got: "Ez ji pêkhata Aşûrî me, ez niha hatime dengê xwe bidim hevserokên komîna xwe.”
Her wiha Fatma Mihemed ku ji komîna Ebd Îlahe jî diyar kir ku hilbijartinên komînan vîna jinê ye."