Hilbijartina komunan serketineke mezin bû

Hevseroka Meclîsa Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif anî ziman, ku tevlîbûna li hilbijartinê komunan zêdeyî texmîna wan bû û destnîşan kir, ku hilbijartin gelekî serketî bû.

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif diyar kir, ku şerê diqewime, gef û boykota ENKS'ê jî, beşdariya li hilbijaritna komunan 70 ji sedî bû. Yûsif encamên hilbijartinê û rêjeya tevlîbûnê, bi taybetî tevlîbûna jinan ji ANF'ê re nirxand.

Yûsif anî ziman, ku gelên Bakurê Sûriyeyê yekemcar bi vîna xwe çû ser sindoqan û got, "Gelê me roja 22'ê Îlonê bi israr xwedî li avakirina sîstema siyasî, vîn û rojeya demokratîk û îradeya xwe derket. Hilbijartineke demokratîk û zelal bû. Serketî bû. Gel bi xurtî tevlî bû. Jin bi hemû hêza xwe tevlî bûn. Jin û hemû hêz tevlî bûn. Rêjeya tevlîbûnê ya jinan gelekî bilind bû. Dikarim li vê yekê mikur bêm; rêjeya tevlîbûnê zêdeyî texmîna me bû. Ji ber vê yekê, bi rastî jî encameke gelekî serketî ye."

Yûsif destnîşan kir, ku gel bersiv da gef û planên li dijî federasyona demokratîk da û got, ne gef, ne jî sabotaj bi kêr nehatin.

Hediye Yûsif da zanîn, ku hilbijartin li gorî planê meşiya, tenê li çend cihan pirsgirêkên biçûk rû dan û ragihand, ev yek jî nîşan dide ku gelê me bi israr e sîstema xwe ya demokratîk ava bike.

Ji bo karên ji niha û pê ve werin kirin, Yûsif got, "Hevserokên komunan ên hatine hilbijartin wê civînan li dar bixin û li ser rê û rêbaza komunan perspektîf were dayin. Êdî her komun wê komîteyên xwe yên jinê, ewlekarî, aborî, tenduristî û perwerdeyê ava bike. Hevserok wê êdî komunên xwe bi xwe bi rêxistin bikin."

Hediye Yûsif da zanîn, ku hilbijartinên komunan ji bo rêxistinbûna sîstema wan gava destpêkê û ya bingehîn bû û got, "Ji ber ku komun yekîneya herî bingehîn a civaka demokratîk e. Em ji komunan dest pê dikin û heta Kongreya Gel a Demokratîk xwe bi rêxistin dikin."

Yûsif destnîşan kir, ku pêşengên bingehîn ên vê yekê wê jin û ciwan bin û got, "Sîstema me ancax bi vî rengî demokratîk û azadîparêz be. Tevlîbûna jinan bi rengekî xurt û zêde li hilbijartinê, nîşan dide ku sîstema me li gorî perspektîf û armanca xwe ye."