Hikûmeta Şamê nehişt Rêveberiya Xweser alîkariyê ji mexdûrên erdhejê re bişîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê re şand, lê Hikûmeta Şamê nehişt derbas bibe.

Alîkariya ku xelkê Kobanê û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê û derdora wê re şand, du roj bûn ku li Deriyê Tayiheyê dihat rawestandin.

Ji bo xelkê Helebê û Şamê duh du kamyona alîkariya mirovî hat berhevkirin û ber bi Deriyê Tayîheyê ve bi rê ketin.

Hevseroka Desteya Karên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Hêlîn Hacîm, têkildarê alîkariyê daxuyanî da û diyar kir ku piştî hatiye erêkirin wan alîkarî bi rê kiriye.

Berê jî hikûmeta Şamê nehişt ku alîkariya mirovî yên xelkê Silêmaniyê şand û 100 tankerên sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser derbas bibin.