Hêzên rejîmê li Dêra Zorê êrîşî gel kir: Gelek kes birîndar bûn

Hêzên rejîma Sûriyeyê ya li Dêra Zorê êrîş bire ser gelê ku li dijî rejîmê xwepêşandan dikirin, 2 ciwan qetil kirin. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn.

Xelkên herêma Salihiyê ya gundewarên rojavayê Dêra Zorê ku li dijî herêmê di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de ye, ji bo ku hêzên rejîmê ji gundên wan derkevin û şênî vegerin malên xwe xwepêşandanek lidar xistin.

Bi tevlîbûna rûspiyên eşîrên Ereban xwepêşandan hate kirin hêzên rejîma Sûriye bi guleyên rastî êrîşî çalakvanan kirin. Di êrîşê de ciwanên bi navê Hemed Cedan El-Edad ji gundê Cedîd Begara ye û Ebdulrezaq El-Rehîm hatin qetilkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa hinek birîndaran giran in.

Hêzên rejîmê hejmarek xwepêşandêr girtin û ew birin cihekî ne diyar. Ti agahiyek li ser aqûbeta kesên hatine revandin nîne.

Tê gotin ku li herêmê alozî heye.