Li Dêra Zorê hêzên rejîmê 3 sivîl birîndar kir

Li Dêra Zorê piştî ku destûr hate dayîn welatî vegerin li ser gundê xwe hêzên rejîmê êrîşî gel kir û 3 sivîl birîndar kirin.

Welatiyên gundê herêma Salihiya ya bejahiya rojhilatê Dêra Zorê ji bo vegera li ser malên xwe li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê çalakî kirin.

Xelkê gundên Şehbat û Ezbê ji du baskan ve li hev civiyan û meşiyan. Rûspiyên eşîrên Ereb yên li herêmê û bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.

Xelkên gundan daxwaz ji hêzên rejîmê kirin ku ji gundên wan derbikevin, li ser vê hêzên rejîma Sûriyeyê gule li welatiyan barand. Di êrîşê de 3 ciwan bi giranî birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyan.