Hêzên rejîmê derbasî rêya M4 bûn
Hêzên rejîma Sûriyeyê piştî kontrolkirina gundê Tesreb derbasî rêya M4 a navnetewî bûn û 8 kîlomtere ji navenda bajarê Îdlibê dûr in.
Hêzên rejîma Sûriyeyê piştî kontrolkirina gundê Tesreb derbasî rêya M4 a navnetewî bûn û 8 kîlomtere ji navenda bajarê Îdlibê dûr in.
Li bejahiya başûrê Heleb û rojhilatê Îdlibê di navbera hêzên rejîma Sûriye û komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de şerê giran diqewime. Hêzên rejîma Sûriyê ku li ser xeta Seraqîb pêşve diçin, gundê Neyreb yê li ser rêya bejahî ya Hebel-Lazkiye kontrol kirin. Bi vî awayî hêzên rejîmê derbasî rêya M4 a navnetewî bûn û tenê 8 kîlometre ji navenda bajarê Îdlibê dûr in.
Li aliyê din hêzên rejîma Sûriyê di nava rojê de li bejahiya Heleb û Îdlibê zêdetirî 450 caran bombeberan pêk anîn.