Hêzên QSD'ê êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsa şikandin-HATE NÛKIRIN

Hêzên QSD'ê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Di bombebaranê de 2 kes jî şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dewleta Tirk vê spedeyê êrîş anî ser gundên Mişêrfê, Cehbel û Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4'ê. Hêzên QSD'ê di cih de bersiv dane êrîşan û êrîşa dagirkeran şikandin.

Di şer de gelek çete hatin kuştin, cenazeyê 2 çeteyan kete dest hêzen QSD'ê.

Di bombebaranê de ji gundê Cehbe 2 kes şehîd bûn. Di êrişa li ser gundê Mişêrfê de jî Ebdurehman Salih El-Mehmûd û Salih El-Memûd birîndar bûn.

Li hin cihan şer didome.