Berekat: Bila her welat DAÎŞ'iyê xwe bibe

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê bal kişand ser şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û got, "Hêzên navneteweyî divê tavilê çareseriyê ji pirsgirêka DAÎŞ'ê re peyda bikin."

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat têkildarî êrişa dawî ya li ser girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê axivî ku ji aliyê şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê ve hate kirin.

Kenan Berekat anî ziman ku armanc ji êrişa li Hesekê ew bû ku çeteyên li girtîgehê bên revandin û destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariyê pêşî li vê hewldanê girtin.

Kenan Berekat got, "Li gel vê yekê jî ev êriş nîşan dide ku DAÎŞ li Sûriye û Iraqê hîn jî heye, şaneyên xwe li her derê ne."

Kenan Berekat bi bîr xist ku li Kampa Holê jî hejmareke zêde ya malbatên DAÎŞ'î hene û dixwazin qaşo tola xwe hilînin ku ev bûyer jî girêdayî wê ye.

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê bal kişand ser bandora Serêkaniyê û Girê Spî ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Dagirkirina van herêman hêz da çeteyên DAÎŞ'ê. Lewma jî êrişên li ser herêmên din weke Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê zêde bûn."

Kenan Berekat işaret bi êrişên dewleta Tirk ên li Qamişlo, Kobanê, Zirganê li dijî sivîlan têne kirin û got, "Têkoşîna ewlekariyê ya li dijî vê siyasetê tê meşandin wê dewam bike. Êrişên ku di nava 8 salên rêveberiya xweser de hatin kirin çiqasî mezin jî bin, berxwedana hate nîşandan jî mezin û serketî ye. Êrişên têne kirin wê bi sala QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser nekevin."

Kenan Berekat bi dewamî destnîşan kirin ku dorpêçkirina li ser herêmê, bi taybetî jî girtina deriyên sînor planek li dijî Rêveberiya Xweser û got, "Civaka navneteweyî li hemberî van êrişan heta niha bêdeng e. Heta niha bi nêzîkatiyeke stratejîk tevnegeriya ne. Lê belê DAÎŞ ne tenê li ser Rojava, her wiha li ser tevahiya cîhanê metirsiyeke."

Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê Kenan Berekat destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî di mijara DAÎŞ'ê de divê çareseriyekê peyda bikin û dest ji nêzîkatiyên demkî berdin.

Kenan Berekat got, "Gelek endamên DAÎŞ'ê yên ji dewletên biyanî hene. Divê her dewlet welatiyên xwe werbigirin. Her wiha divê girtîgeheke li ser asta navneteweyî fermî û naskirî ji aliyê rêveberiya xweser ve bê avakirin û ji bo vê jî banga me li civaka navneteweyî ye, ku çareseriyekê ji bo mijara DAÎŞ'ê bibîne. Ji ber ku girtîgehên niha DAÎŞ'î lê têne girtin xeteriyeke mezin e li ser asta navneteweyî."