Hêzên HPG û YJA Starê damezrandina PKK'ê pîroz kirin

Li herêma Metînayê ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk lê dewam dikin, hêzên YJA Star û HPG'ê 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê bi coş pîroz kirin.

Di pîrozbahiya li Metînayê de yek ji fermandarên YJA Starê Sozan Mêrdîn axivî. Sozan Mêrdîn 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê li hemû cangoriyên azadiyê bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Sozan Mêrdîn, diyar kir ku meşa azadiyê di şexsê Hakî Karer de destpê kir û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê ji bo layîqbûna şehîdan wek pêwîstiyeke hatiye avakirin û got, “Ev doz ne dozeke asayî ye. Ev doz dozeke ku bi xwîna şehîdan mezin bûye. Bi saya şehîdên xwe em bûn partiyeke rêxistinî û artêşeke birêxistinkirî. Ev hemû bi baweriyeke mezin û bi berdêlên mezin hatin avakirin."

'BINGEHA PKK'Ê SAXLEM HATIYE DANÎN'

Sozan Mêrdîn anî ziman ku PKK ti carî qels nebûye û her ku diçe bi hêztir dibe û got, “Ji ber ku PKK bi gelê xwe re bû yek. PKK ji bo gelên bindest hatiye avakirin. Bi saya PKK’ê gelê me êdî xwe nas kir, ev rewşa weke gelê bindest qebûl nekir û ji bo mafên xwe bidest bixin her roj li kolanan li ber xwe dide. Û bi vê yekê serbilind in."

Sozan Mêrdîn da zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dengê gelê Kurd dibihîzin û baweriya wan heta dawî heye ku gel wê xwedî li gerîla û Abdullah Ocalan derkeve û got, "Em salvegera damezrandina PKK'ê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe yên di çeperên berxwedanê de li ber xwe didin pîroz dikin.”

Piştî axaftina Sozan Mêrdîn gerîlayan bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Gerîlayan piştre bi gerandina govendê re 27'ê Mijdarê pîroz kirin.