'Mafê Hêviyê' bi hezaran girtiyan eleqedar dike
Dewleta Tirk li gel biryarên binpêkirinê yên DMME'yê û hişyariyên Konseya Ewropayê jî di mijara 'Mafê Hêviyê' de gavê neavêje. 'Mafê Hêviyê' Rêber Apo û bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
Dewleta Tirk li gel biryarên binpêkirinê yên DMME'yê û hişyariyên Konseya Ewropayê jî di mijara 'Mafê Hêviyê' de gavê neavêje. 'Mafê Hêviyê' Rêber Apo û bi hezaran girtiyan eleqedar dike.
Mijara 'Mafê Hêviyê' piştî axaftina Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya 22'ê Cotmeha 2024'an a li civîna koma xwe ya partiyê, ji nû ve kete rojeva Tirkiyeyê. Lê belê tevî ku 6 meh di ser re derbas bûne hîn jî li ser vê mijarê karek nehatiye kirin.
'Mafê Hêviyê' mafek e ku di nava feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de heye. Xwe dispêre wê yekê ku mirovên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, bi navê parastina rûmeta mirovan dikarin bêne berdan. Têkildarî vî mafî bûyera ku li cîhanê deng veda Doza Vinter bû ku di sala 2013'an de ji aliyê DMME'yê ve hate nirxandin. Robert Vinter û John Mitchell ku li Îngilistanê ji ber du bûyerên kuştinê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hate birîn, serî li DMME'yê dan û DMME'yê jî biryar da ku rakirina derfetê berdana bi şert li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMME'yê hikum da ku nabe mafê jinûve tevlîbûna li nava civakê ya mirovan ji holê bê rakirin.
BIRYARÊN DMME'YÊ BI CIH NAYÊN ANÎN
DMME'yê têkildarî bikaranîna 'mafê hêviyê' demek diyar nekir, biryar da ku hikumet bi xwe dema vê diyar bike, lê belê şerh danî ku ev dem nabe ku ewqasî dirêj be ku 'mafê hêviyê' ji holê rake. Lewma işaret bi wê yekê kir ku rêbaza înfazê ya demdirêj nayê qebûlkirin. Di doza Vinter de DMME'yê diyar kiribû ku piştî 25 salan 'mafê hêviyê' dikare bi cih bê anîn.
Li Tirkiyeyê jî 'mafê hêviyê' di nava qanûnan de nîne. Bi taybetî 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' bi rengê ku ceza heta mirinê bi cih bê anîn, hatiye amadekirin. Ya ku mafê Rêber Apo û girtiyên din binpê dike ev xala qanûnê ye. Her wiha îstîsnayek weke erka efûyê ya Serokkomariyê li Tirkiyeyê heye.
DMME'yê nêrînên xwe yên têkildarî 'mafê hêviyê' yê ji bo Rêber Apo bi biryara xwe ya Adara 2014'an de eşkere kir. DMME'yê bi biryarên Kaytan, Gurban û Boltan re hikum da li Tirkiyeyê girtîhiştina heta mirinê ya bêyî 'mafê hêviyê' binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMME'yê bi biryara xwe ya têkildarî Rêber Apo re biryar da ku girtîhiştina heta mirinê binpêkirina qedexeya êşkenceyê û mafê hêviyê ye.
MIJÛLKIRIN Û MANÎPULASYON
Hikumeta AKP'ê li hemberî biryarên DMME'yê bi daxuyaniyên mijûlkirin û manîpulatîf re hewl da pêvajoyê bi cih nîne. Li gel serlêdanên parêzerên Rêber Apo jî heta niha ti gav nehatiye avêtin. DEM Partiyê têkildarî bicihanîna 'mafê hêviyê' di Tîrmeha 2024'an de pêşnûme qanûnek pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê kir. Di pêşnûme qanûnê de hezar û 453 kesên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn hate bibîrxistin û hate xwestin, guhertin bê kirin.