Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşa SÎHA’yê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, “Sûcek din jî li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî sivîlan, zêde bû. Em vê êrîşa bi tirsonekî ku dixwaze ewlewhiya herêmê xira bike, şermezar dikin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa li dijî wesayîteke sivîl a li başûrê Til Birakê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Sûcekî nû li rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan hat zêdekirin, îro şemiyê (21’ê Kanûna 2024’an) piştî nîvro, wesayîteke sivîl a Hyundai, ji hêla balafireke bêmirov ve li başûrê Til Birakê hat hedefgirtin.

Êrîşa terorîst li nêzî xala kontrolê ya kaziya Şuheda (Benzînxaneya Şehîdan) li ser rêya ku bajarokên Til Birak û Holê girê dide pêk hat, di nav de melayek 3 sivîl şehîd bûn û yek din jî bi giranî birîndar bû.

Em bi tundî vê kiryara tirsonek şermezar dikin ku armanca wê belavkirina terorê di nav sivîlan de û têkbirina aramiyê li herêmê ye. Em teqez dikin ku ev tawan beşeke ji rêzesûcên eşkere yên qanûnên navdewletî û mafên mirovan ku armanckirina sivîlan di bin her şert û mercî de qedexe dike.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rawestandina van sûcên dubare yên li dijî gelên herêmê tên kirin û hesabê ji berpirsyaran bixwazin. Her wiha em mafê xwe yê rewa yê parastina gelê xwe û pêkanîna aramî û ewlehiya wan piştrast dikin.

Ji şehîdan re rehmet û ji birîndaran re şifaya lezgîn."