Taylan Kahraman li cihê ku çalakiya xwe li dar xistibû hat bîranîn
Taylan Kahraman ê ku ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakî pêk anîbû hate bibîranîn.
Taylan Kahraman ê ku ji bo şermezarkirina komploya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakî pêk anîbû hate bibîranîn.
Taylan Kahraman ê ku di 1'ê Kanûna 1998'an de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bedena xwe da ber agir, li cihê ku çalakî lê pêk anîbû hate bibîranîn.
Malbata Taylan Kahraman, hevrêyên wî û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Axîn Gulo, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Konkurd û dayika Taylan Şengê Kahraman axaftin kirin.
Dayika Şengê nameya ku ji kurê xwe Taylan re nivîsandibû xwend.
Li ser jiyan, têkoşîn û girêdana şehîd Taylan Kahraman axaftin hatin kirin û ji bo fêmkirina armanca çalakiya Taylan Kahraman û peyamên ku dixwest bide, nirxandin hatin kirin.
Di bîranînê de bal kişandin ser tecrîda girankirî û girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo.
Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Li cihê ku Taylan Kahraman çalakî pêk anîbû gul hatin danîn û mûm hatin pêxistin.
Bîranîn piştî belavkirina loqmeyan bi dawî bû.