Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe daxuyaniyek da û nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Endamê me Hisên El Hisên di 28′ê Îlona 2023′yan de ji ber birînên xwe şehîd bû. Hisên El Hisên di 2018′an de, di dema hemleya rizgarkirina herêmên Dêrazorê ji terorîstên DAÎŞ′ê de wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ′ê pê de teqiya.
Nav û paşnav: Hisên El Hisên
Navê bav: Mehmûd
Navê dê: Fida
Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrazor, 12.11.2017
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 28.09.2023
Şehîd Hisên ji bo parastina ewlehî, îstîqrar, welatê xwe û parastina wê ji qirêjiya rêxistinên terorîst fedakariyeke mezin pêşkêş kir. Hemû erkên xwe bi rêk û pêk anîn cih, ji gelê xwe hez dikir û wefadar bû. Di pêkanîna erk an jî xebata xwe de dudilî nedikir û gav bi paş ve nediavêt. Bi lehengî û israreke mezin li dijî şaneyên terorîst şer kir û gihişt asta şehadetê."