Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku di êrîşa dewleta Tirk a berpêyî nuqteyeke kontrolê ya li Zirganê de endamekê wan şehîd bûye, 2 endamên wan jî birîndar bûne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdek xwe eşkere kir û got: “ Îro roja 23’yê Mijdarê roja Çarşemê, di êrîşa bi balafira biçeka bêmirov a artêşa Tirk a dagirker a bi ser nuqteya kontrolê ya li bakurê Zirganê de endamê me Mehmûd El Hemîd şehîd bû, du şervanên me jî birîndar bûn.“

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi domdarî wiha got: “Şehîd Mehmûd El Hemîd, salên dawîn tev li nav Hêzên Ewlekariyê bû. Heta ku şehîd bibe bi erka xwe rabû, guh da banga gelê xwe û ew bi hebûna xwe ya herî hêja parast.

Bila serê malbata şehîd Mehmûd sax be, em li  ber ruhê şehîdên xwe bi rêzdarî bêjna xwe ditewînin.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav: Mehmûd El-Hemîd

Bav: Îbrahîm

Dê: Sobha

Tevlêbûn: 23/8/2021

Şehadet: 23/11/2022”