Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê di 25’ê Sibatê de li Dêrazorê şehîd bûbû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nasnameya endamekî xwe yê li Dêrazorê şehîd bûye, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya navendê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Mehmûd El-Metir El-Casim

Navê bav: Hemdan

Navê dayikê: Cemla

Cih û dîroka tevlêbûnê: Hecîn, 06.12.2021

Cih û dîroka şehadetê: Hecîn, 25.02.2022

Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de, sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd El-Meter re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.