Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan Ridwan Enwer Îsa şehîd bûye.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand û diyar kir ku endamê wan Ridwan Enwer Îsa şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Endamê hêzên me yê Asayîşa bajarê Dêrikê Ridwan Enwer Îsa di 7’ê Mijdarê de dema ku li ser erka xwe ya parastina ax û gelê xwe bû, şehîd bû.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbata şehîd Ridwan re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî fedakariya şehîdên xwe yên ku ji bo parastina malbat û gelê xwe canê xwe feda kirine, ditewînin. Em piştrast dikin ku heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were, em ê li ser rêya şehîdan bin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Ridwan Îsa

Navê bav: Enwer

Navê dayikê: Xalsa

Cih û dîroka tevlêbûnê: Dêrik, 09.02.2021

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik, 07.11.2021”