Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şervanên ku li Pira Qereqozaxê şehîd bûne, eşkere kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şervanên ku li Pira Qereqozaxê şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şehîdên berxwedana Qereqozaxê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di berxwedana Pira Qereqozaxê ya nêzî Minbicê de şehîd bûne. Hate gotin ev şehîd li hemberî hemû cureyên dijminahî bûn sembola lehengî û fedabûnê.
Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Şehîd dê di bîra gelê me de zindî bin, wê ji nifşên bê re minariya domandina têkoşîna azadî û rûmetê bimînin. Em teqez dikin ku em ê şopdarên xeta wan bin heya armancên wan ên bilind bighînin serî. Berdêl çi dibe bila bibe em di rêya parastina nirx û erdê xwe de gavan paşde neavêjin. Bila serê malbatên şehîdan sax be. Em soz didin ku wê xwîna wan vala neçe, wê meşa wan meşaleya ronîkirina rêya azadî û têkoşînê bimîne.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nav û Paşnav: Mistefa Îsa
Navê Dayikê: Xanim
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê, 5 Cotmeh 2000
Dîroka Tevlîbûnê: 2 Cotmeh, 2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê - Pira Qereqozaqê, 9 Kanûn 2024
Pile: Cîgirê Yekemîn
Nav û Paşnav: Îbrahîm Îbrahîm
Navê Dayikê: Yusra
Navê Bav: Feysel
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, 1 Çile 1998
Dîroka Tevlîbûnê: 28 Adar 2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 9 Kanûn 2024
Nav û Paşnav: Reşîd Ebdo
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Efrîn, 1997
Dîroka Tevlîbûnê: Kobanê, 9 Kanûn 2024
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê - Pira Qereqozaq, 11 Kanûn 2024.