Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî komkujiya Zirganê bang li civata navneteweyî kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Zirganê pêk anî, bang li civata navneteweyî kir ku bikeve nava tevgerê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Zirganê pêk anî, bang li civata navneteweyî kir ku bikeve nava tevgerê.
Dewleta Tirk a dagirker berbanga îro gundê Um Hermelê yê gundewarê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girtibû, di encamê de li dijî ferdên malbatekê komkujî pêk anîbû. Li gorî agahiyên hatine belgekirin di nav de zarok 3 kes şehîd bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker berbanga îro (28ˋê Çile) bi 15 top û guleyên obîsan gundê Um Hermelê hedef girt, di encamê de di nav de zarokek 3 sivîl şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komkujiya ku bi awayekî eşkere qanûnên mirovî yên navneteweyî binpê dikin şermezar kir.
Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin û van sûcên hovane şermezar bikin û dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên bênavber ceza bikin.