Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Şaneyeke DAÎŞ'ê li Kampa Holê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê ên li Kampa Holê plana êrîşê dikir, bi operasyoneke hêzên wan hatin têkbirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser êrîşeke doh bi şev daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Agahî ket destê me ku şaneyên DAÎŞ'ê yên veşartî plan çêkirine, ji bo ku êrişî kampa Holê û hêzên me yên parastina kampê bikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên me ketin tevgerê û êrişa ku çeteyan plan dikirin, têk birin. Di şer de de hinek çete hatin kuştin û hinek hatin girtin û li cihê bûyerê jî lêgerîn dewam e, ku bi encam bû em ê agahiyan bidin."

Ev yek, piştî bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ û YPG'ê di 25’ê Tebaxê de destpê kiribû û bidawîbûna wê di 17’ê Îlonê de ragihandibû, pêk hat.