Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû eşkere kir.
Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû eşkere kir.
Navenda ragihandinê ya Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê nasnameya Endamê Erka Xweparastinê Fewaz El-Ehmed yê ku di 28'ê Hezîranê de , di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye, bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Daxuyaniya Hêzên Erka Xweparastinê wiha ye:
ʺPêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bi saya şervanên QSD`ê, hêzên leşkerî û Hêza Erka Xweparastinê berdewam dike.
Di encama şerê di bajêr de şervan Fewaz Silêman El-Ehmed şehîd bû.
Em weke Desteya Erka Xweparastinê soz didin şehîd Fewaz û şehîdên azadiyê ku em ê li ser xeta wan bimeşin heta em bigihêjin azadî û serfiraziyê. Em sersaxiyê ji malbata şehîd Fewaz û malbatên şehîdên azadiyê re dixwazin
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav: Fewaz El-Ehmed
Nave dê: Metra
Nave bav: Silêman
Cih û dîroka jidayîk bûnê: Hesekê 1990
Cih û dîroka şehadetê: Reqa 28 Hezîran2017
"