Hêzên dagirker li Efrînê du kes revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku pêkanînên xwe yên hovane yên li Efrînê didomînin, li navenda bajar du sivîl revandin.

Çavkaniyeke ji Efrînê ragihand ku koma çete ya El-Cebha El-Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa El-Eşrefiyê du sivîl revandine. Çavkaniyê anî ziman ku êşkenceyên hovane li her du sivîlan hatiye kirin û ji malbatên wan jî fîdye daxwaz kirine.

Artêşa Tirk û komên çeteyên girêdayî wê ya ku li Efrînê dagirkerî û talankirinê didomînin her rojê li herêmê bi dehan wealtiyên sivîl direvînîn û fîdyeyê ji malbatan dixwazin. Kesên direvînin dibin Ezaz û Raî dîsa mal û êşkencexaneyên li Recoyê, êşkenceyên dij mirovan li wan dikin.