Hêzên dagirker li Efrînê 10 sivîlên din jî revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Kefer Şile yê Efrînê 10 sivîlên din jî revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê  şevê din çeteyên Ehrar El Şam li gundê Kefer Şile yê navenda bajarê Efrînê bi ser gund de girtin û 10 sivîl revandin ku di nava wan de jin û zarok jî hene.

Navê kesên hatine ravandin wiha ne; Hesen Menan Mustefa (45), Îsmaîl Menan Mustefa (43), Subhî Menan Mustefa (40), Mustefa Xelîl Ebdullrehman (25), Mezlûm Ehmed Mustefa (25), Ismet Reşîd Midewer (30), Ferhad Mustefa (17), Ehmed Hesen Mustefa (16), Menan Îsmaîl (15) ve Ebdo Xelîl Abdullrehman (18).

Nehate zanîn bê ka kesên hatine revandin birine kuderê lê hate ragihandin ku êşkence li sivîlan hatiye kirin, sivîlê bi navê Ebdo Xelîl Abdûlrahman bi kerê hate birîndar kirin.

Çeteyên Ehrar El Şam roja 8’ê Îlonê jî li gundê Kurzele yê Şêrawa jinek jî dinav de 10 sivîl revandîbûn.

Di nava 24 seat ên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê  20 sivîl revandin ku di nava wan de jin û zarok jî hene.