Hêzên dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dikin
Artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê bi topan gundên Şehba û gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê bombebaran dikin.
Artêşa Tirka dagirker û çeteyên wê bi topan gundên Şehba û gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê bombebaran dikin.
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jîngehên sivîlan bê navber didomin. Artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbe, Soxanek, Meranz, Kela Şiwarxa, Şiwarxa û Malikiyê yên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê bombebaran dikin.
Li aliyê din hêzên dagirker derdora navçeya Til Rihat û gundê Kefer Neya Û Matarê Minix ên Kantona Şehbayê jî bi giranî topbaran dikin.
Bombeberana li herêmê didome.