Hêzên dagirker ên Tirk li Efrînê sivîlek dî revandin

Hêzên Tirk ên dagirker li EFrînê kesekî bi navê Rifet Murad revandin.

Li gorî agahiyên berdest artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ciwanê 26 salî yê bi navê Rifet Mirad ku li Efrînê li dikanekê dixebitî, revandin. 


Jêderên xwecih gotin Rifet Miard ê bi nifûsa gundê Kerkê ya navçeya Mabatê birin girtîgeheke li Tirkiyê.
Hêzên dagirker ên Tirk 20’ê Çile êrîşa dagirker birin ser Efrînê û 18’ê Adarê li gel çeteyên xwe heta bi navenda bajêr çûn.

Ji dema dagirkeriyê û vir ve hêzên Tirk û çeteyên wan bi sedan sivîl kuştin, bi sedan revandin. Mal û milkê gel talan kirin. Gelek cihên dîrokî jî bûne hedefa barbariya Tirk û çeteyên wan. Hema hema her roj nûçeyên têkildarî hovîtî, barbarî, tecawiz, talan, dizî, kuştina Tirk û çeteyên wan tên. Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan HRW’ê beriya bi demeke kurt bi raporekê diyar kir ku komên bi desteka Tirkan li Efrînê mal û milkê gelê Efrînê talan dikin.