Heyetek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Emerîkayê ye

Heyetek ji Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî de têkildarî komîteya destûra bingehîn û ewlehiay sînor navde ji bo lidarxistina rêzecivanan çû Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.

Heyetek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt paytexta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) Washîngtonê. Heyet ji seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriye û çend berpirsên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Di derbarê avakirina komîteya destûrî de seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ji ANHA’yê re axivî û wiha got; "Avakirina komîteya destûrî ku ji aliyê dewletên Astanayê ve hatiye erêkirin û di lûtkeya sêalî ya Rûsya, Îran û Tirkiyê de hat ragihandin, tu rewabûna wê li gel gelê Sûriyê tune ye, dûrxistina nûnerên 5 milyon gelê Sûriyê ji çareseriya siyasî, dê xetereyên mezin li ser pêşeroja Sûriyê çêke.”

Îlham Ehmed got ku diyar e kirîn û firotineke nû li Sûriyê çêdibe, ew jî komîteyek li beramberî agirbesta li Îdlibê ye û wiha anî ziman: "Lihevkirina ku dixwazin bigihîjinê lihevkirina dewletên ku destwerdana gelê Sûriyê dikin, ne lihevkirina gelê Sûriyê bi xwe ye."

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehemd got doza ewlehiya sînor û lihevkirina der barê herêma ewle de wê ji mijarên sereke be ku bi perpirsên Emerîkayê re nîqaş bikin û wiha anî ziman: "Tirkiye doza koçberan wek kaxezeke zextê li ser dewletên Ewropayê bi kar tîne da ku pereyan bigire. Niha jî koçberan bi kar tîne da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Hewl dide 3 milyon koçberên Sûriyê ku li Tirkiyê ne, li ser xeta sînor bi cih bike bi armanca ku nasnameya niştecihên herêmê qir bike û guhertina demografîk pêk tîne. Her wiha Tirkiye hewl dide senaryoya ku li Efrînê pêk hat û pêk tê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe, dubare bike."

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevahî cîhan xwestek û armancên Tirkiyê baş dizane. Tu gavên ne bi aqil ku Tirkiyê pêk bîne wê bandorê li tevahî dewletên koalîsyon, dewletên Astana û tevahî Sûriyê bike."