Heyeta Partiya Karker a Îngilîz serdana Rojava kir

Heyetek ji Partiya Karker a Îngilîz serdana bajarê Qamişloyê kir û bi rayedarên saziyên Federasyona Bakurê Sûriyeyê re rûnişt.

Serdana heyetê, piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate kirin. Bi vê serdanê de endamên Partiya Karker xwestin piştgiriyê bidin Kurdan.

Endamê Kamara Lordan ku saziya bilind a Parlamenta Îngilîz e Maurice Glasman got, "Ji bo ku em bi we re têkiliyeke demdirêj deynin û li dijî her kesên ku hewl didin azadî û demokrasiya we hilweşînin ji bo em destekê bidin we, em li vir in."

Glasman li Qamişloyê di civîneke çapemeniyê de axivî û got, "Em hatin vê derê, ji ber ku me xwest nîşan bidin ku em ji dil bi we re ne."

Çav li rê ye ku heyeta Îngilîz vê Çarşemê serdana Kobanê bike ku bûye sembola berxwedana li dijî DAÎŞ'ê.