19'ê Tîrmeha 2012'an dema ku Şoreşa Rojava pêk hat, ji bilî hêvî, bawerî û îradeyê tiştek tune bû.
Ji ber vê yekê zivistana piştî sala 2012'an ku hingî şoreş pêk hat, li Qamişlo, Dêrikê, Kobanê û Efrînê, li temamiya xaka şoreşê pirsgirêkeke giran a nan, elektrîk û sotemeniyê hebû.
Rêveberiya ku wê demê navê wê Meclîsa Gel a Rojava bû, piştre bû Rêveberiyên Xweser ên Kantonan û niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye, hewl da çareseriyê ji van pirsgirêkên gel re peyda bike û peyda kir. Di serî de pirsgirêkên nan, av û elektrîkê hemû pirsgirêkên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser kir. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker timî gef dixwar û êriş dikir, ambargo ferz dikir, tevî ambargoya giran a PDK'ê, li gel êrişên dewleta Tirk ên bi destê çeteyan û birîna rêya birin û anîna malzemeyan, tevî ambargo û zexta rêveberiay Sûriyeyê jî pirsgirêkên gel hatin çareserkirin.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi demê re xwe weke sîstemê bi rêxistin kir. Polîtîkayên xwe yên malî, aborî, pêşketinê, çandinî û sewalkariyê, her wiha bi sîstema bacê xwe bi rêxistin kir û gihîşt wê astê ku niha bi rêjeya ji sedî 86 bixisire jî bersivê dide pêwîstiyên gel û xizmetê dike. Lê belê haya kesî jê nîne ku rêveberiya xweser xwe bi rêjeya ji sedî 86 dixisirîne û li gel vê yekê xizmetê dide. Ji ber ku ev rewş bi ti awayî ji gelê herêmê re nehatiye eşkerekirin.
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ XAKA ÇANDINIYÊ YE
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her çend weke qada petrolê bê naskirin jî warê çandiniyê ye. Lê belê hebûna petrolê dike ku bê nîşandan ku mîna çandinî qet nîne yan jî girîng nîne.
Li herêmên Tartus, Latkiye, Cisir Şuxur ên Sûriyeyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî karê çandiniyê tê kirin. Li herêmên Şam, Hama, Hûmûsê jî çandinî tê kirin, lê belê di aboriyê de diyarker nînin. Hilberîna ku tê kirin têra wan bajaran jî nake. Li herêmên peravî jî bi giranî fêkî û zebze têne çandin.
Piraniya zadê ku ji bo Sûriyeyê pêwîst e li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne çandin. Hilberîna tenê li herêma Cizîrê têra pêwîstiya genim a temamiya Sûriyeyê dike. Ji ber vê yekê herêma Cizîrê ne tenê qada petrolê ye, di heman demê de weke embara genim jî tê naskirin.
Genimê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê çandin, ji bo pêwîstiya nan a herêmê û ji bo di şer de xela çênebe, di depoyan de têne komkirin.
Şîrketa Pêşvebirina Hilberîna Civakî ya ser bi Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê genimê ku ji bo salane bê depokirin û ji bo çêkirina nan bê bikaranîn, dikire.
NORMAL SALANE BI QASÎ 1.5 MILYON TON GENIM DIHATE HILBERANDIN
Hilberîna çandiniyê ya li herêmê bi giranî zad e. Salane milyonek heta 1.5 milyonî ton genim tê hilberandin. Ji bo pêşî li xelayê bê girtin û bersiv ji pêwîstiyên gel ên bi nên re bê dayin, Şîrketa Pêşvebirina Hilberîna Civakî li gorî buhayê genim ê li welatên cîran dikire. Ji bo bersivê bide pêwîstiya bi 600 hezar tonî ya nan tê bikaranîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane hezar û 350 ton genim tê bikaranîn. Ev jî tê wateya 50 hezar ton mehane.
ZIWATIYÊ HILBERÎN KÊM KIR, BUHA ZÊDE KIR
Salên ku ziwa derbas dibin, hilberîn jî li gorî yên demên normal kêm dibe. Ji ber ku ya tê xwestin nikare ji çandiniyê bê bidestxistin, ev yek bandorê li guhayê genim jî dike. Ev jî tê wateya xisarê.
Hilberîna genim ku her sal ne kêmî milyonek ton bû, ji ber ziwatiya sala derbasbûyî tenê di 182 hezar tonî de ma. Ev yek jî tê wê wateyê ku bersiv tenê ji sê paran yek parî yê pêwîstiya bi 600 hezar tonî re hate dayin.
Bi hewldan û rêbazên taybet ên Rêveberiya Xweser, genim bi guhayekî zêde hate peydakirin.
LÎSTIKÊN BAZIRGANAN
Rêveberê Şîrketa Pêşvebirina Hilberîna Civakî anî ziman ku kêmaniya genim a par di vê astê de ew matmayî hiştiye. Ji ber ku tenê li gorî destûrnameya ji bo çandiniya şilî herî kêm diviyabû 600 hezar ton genim jê bihata.
Genimê ku têra pêwîstiyan bike hate hilberandin, lê belê hin bazirganan genim xistine depoyê û li benda zêdebûna buhayê genim sekinîn. Dema ku buha zêde bû, hingî pêşkêşî bazarê kirin.
XISARA HETA JI SEDÎ 90'Î
Şîrketa Pêşvebirina Hilberîna Civakî ku saziyeke Rêveberiya Xweser a Demokratîk e tonek genim bi milyonek û 100 hezar Lîreyê Sûriyeyê dikire. Li gel karê barkirinê û hêrandinê 25 hezar Lîreyê Sûriyeyê lê zêde dibe. Hingî digihêje milyonek û 125 hezar Lîreyê Sûriyeyê.
Ji tonek genimê tê hêrandin tenê 750 kîlo ard bi dest dikeve. 250 kîlo jî kepik û berhemên din ên ji ard bi dest dikevin.
750 kîlo ardê ku ji tonek genim tê bidestxistin bi 45 hezar Lîreyê Sûriyeyê ji firinan re tê firotin. Kepik û madeyên ji bermayî jî bi 112 hezar û 500 Lîreyê Sûriyeyê tê firotin. Di vê kirîn û firotinê de rêveberiya xweser di asta ji sedî 90'î de dixisire.
PÊWÎSTIYA HERÊMAN A ROJANE YA BI ARD RE
Pêwîstiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi ard re wiha ye:
Ji Dêra Zorê re 255 ton tê şandin. Rêveberiya Xweser ji vê yekê jî bi 240 milyon Lîreyê Sûriyeyê dixisire.
Pêwîstiya Reqayê ya rojane bi nan re 230 ton ard e. Rêveberiya Xweser bi 210 milyon Lîreyê Sûriyeyê ji vê yekê dixisire.
Ji Tebqayê re 80 ton ard tê şandin, rêveberî bi 70 milyon Lîreyê Sûriyeyê jê dixisire.
Ji Minbicê re 200 ton tê şandin, bi 180 milyon Lîreyê Sûriyeyê rêveberî jê dixisire.
Ji Kobanê re 130 ton ard tê şandin, nêzî bi 115 milyon Lîreyê Sûriyeyê rêveberî jê dixisire.
Ji herêma Cizîrê re rojane 455 ton ard tê şandin. Rêveberiya Xweser bi 420 milyon Lîreyê Sûriyeyê jê dixisire.
Ev yek bi hejmaran li pêş çavan e, lê haya gel ji vê xisara rêveberiyê nîne.