Hevserokê Meclîsa Gundê El Kuberê hate kuştin

Hevserokê Meclîsa Gundê El Kuberê yê li rojavayê Dêra Zorê Mihemed Xelef El Necim ji ber ku mayinek bi wesayita wî ve teqiya, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Hevserokê Meclîsa Gundê El Kuber ê li rojavayê Dêra Zorê Mihemed Xelef El Necim, li ber Şaredariya Gel ji ber teqîna mayinê ya bi wesayita wî, jiyana xwe ji dest da. Tê texmînkirin ku mayin ji dûr ve hatiye teqandin.

Tîmên paqijkirina mayinan û Hêzên Ewlekariya Hundir li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Beriya mehekê kesên nenas bi çekê êriş biribûn ser Serokê Midûriyeta Emniyetê ya Şaredariya El Kuberê û ew qetil kiribûn.