Hevrêtiya ji zarokatiyê heta bi şehadetê: Hêvîdar, Feraşîn û Evzem

Hêvîdar, Feraşîn û Evzem sê têkoşerên azadiya Kurdistanê bi şehadeta xwe xemleke bedew dane vîna têkoşîn û şoreşa jinan.

Di rastiya Kurd û Kurdistanê de xeta têkoşîn û serkeftinê bi hev re dimeşe. Her wiha Kurdan têkoşîn ji xwe re kirin şêwazê jiyan û parastina doza azadiyê. Rastiya têkoşîna azadiyê ya wisa derketiye holê û Kurdan ji bo parastina nasname, çand, hebûn û axa xwe her tim li ber xwe dane. Şoreşa Kurdistanê di şertên gelek zor û zehmet de û di nava zilm û zorek giran de pêk tê. Bi salane Tevgera Azadiya Kurd bi vî ruhî li ser piyan maye û di kesayeta her Kurdekî welatparêz de ev yek baş hatiye teyisandin. Destkeftiyên serdemên Kurdan bi çend gotinan em nikarin pênase bikin ji ber cihê ku Kurd lê lingên xwe deynin, li wir destanên qehremaniyê hatine nivîsand.

Şoreşgerên pêşeng di nava wê ferasetê de pijiyane û ji felsefeya azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokeke nû ji bo azadiya jin û Kurdistan nivîsandine. Bi têkoşînê hebûna Gelê Kurd mîsoger bûye û berdêlên giran jî ji bo wê hatine danîn ji bo wê her serkeftinek ji bo Kurd û Kurdistanê vediguhere şahiyên jiyaneke nûjen. Tevgera Azadiya Kurdistan ji vê vîna xurt û felsefeya azad pejiriye, ji bo wê zarokên Kurdistanê her tim rêya rûmet û berxwedanê hildibijêrin. Em ê di vê nivîsê de çîrokên sê jinên ku ji kenên zarokatiyê heta şehadetê hevrêtiyek hûnandin, parve bikin.

HÊVÎDAR, FERAŞÎN Û EVZEM SOZÊN RÊHEVALTIYA ZAROKTIYÊ HEYANÎ RÛMETA ŞEHADETÊ

Yek ji nirxên pîroz di dilê û jiyana her mirovekî de rêhevaltiye, bi vê wesîleyê Hêvîdar, Feraşîn û Evzem sozên rêhevaltiya zaroktiyê heyanî rûmeta şehadetê parastin. Sê ciwanên li navçeyeke biçûk weke Tirbespiyê mezin bûne bi hev re xwendine, tevlî bûne û di heman salê de şehîd bûne. Destanên wisa dibe dîrok her carê dubara neke, lê wê bi tîpên zêrîn li ser binivîse. Hêvîdar, Feraşîn û Evzem hevalên hevdû yên dibistanê bûn, bi despêka şoreşê re tevlî refên Tevgera Ciwanên Şoreşger bûn û li pey hev tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûn. Malbatên wan li ser ruhê welatparêziyê wan mezin kirine û bi vî ruhî biryara parastina Kurdistan û ji bo wê soza têkoşîn dane. Hest û fikirê ku van her sê ciwanan gihandiye hev hêjaye nirxdayinê ye ku ji herikîna çemê felsefeya azad behra têkoşînê hilbijartin. Her sê ciwan kenê xwe yên zarotî bi hev re derbas kirin, di kolanê de bi hev re lîstin, di dibistanê de bi hev re xwendin, bi ruh û fikrekî hevbeş tevlî çenga şoreşê bûn û di heman salê de şehîd bûn, hêjane mirov wan bi serfirazî pênase bike. Hestên hevbeş ên dayikên wan bi hevdû re vê rastiyê baş diteyisîne û dihêle mirov bixwazibe dîrok hindekî paşde vegere da wan ji nêz ve nas bike.

Bi şehadeta Hêvîdar, Feraşîn û Evzem dayikên wan hestên oxirkirina wan tînin ziman û ji me re vedibêjin.

‘HÊVÎDAR DI NAV CIWANAN DE XWE JI PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ RE AMADE DIKIR’

Dayika şehîd Hêvîdar Xerma Elî li ser jiyana têkoşer Hêvîdar Tirbespiyê û tevlîbûna wê ya refên Tevgera azadiyê axivî û wiha got: “Şehîd Hêvîdar di sekna xwe de pir zane bû û di dibistana xwe de yekemîn bû. Her wiha girêdaneke wê ya pir xurt bi hevalên wê re hebû. Tevlîbûna wê jî wê bi xwe, xwe jê re amade kiribû. Ji dibistanê zêdetir ji pêşengtiya şoreşê re di nav ciwanan de xwe amade dikir. Min jî cihê xwe di nav rêxistinê de digirt û xebatê wê ji nêz ve di nav ciwana de dişopand, min pir moral didayê û rojekê li pêşiya xeyalên wê ne disekinîm heyanî tevlîbûna wê. Dema hevalên wê yên şervan ji çiyayên azad hatin mala min nameyeke wê ji min re anîn, têde hezkirinên xwe ji min re, ax û welatê xwe re parve dikir. Dema min nameya wê dixwend ew hîsên wê min dikişandin nava dilê xwe ku Hêvîdar di biryara xwe de ne poşman e û di her hevokekê de nivîsandibû dayê bila serê te bi min bilind be. Di sala 2014’an de Hêvîdar tevlî refên azadiyê bû ji wê demê heyanî niha dema hevalên wê behsa wê ji min re dikin ez serfirazim di nav vê civakê de.”

Xerma hestên xwe bi şehadeta têkoşer Hêvîdar Tirbespiyê anî ziman û wiha bi dawî kir: “Ez bi şehadeta wê bandor bûm ji ber ez dayik im, lê di heman demê de ez kêfxweş im ku Hêvîdar nasnameya dayika şehîd daye min. Ez niha bi tama keda xwe şad dibim ji ber min kezeba xwe da xaka welatê xwe. Di merasîma Hêvîdar de û di hizûra giyanê wê yê ne mir de min govenda azadiyê jêre girt, ji berdêla şînê min ew ruhê wê yê qehreman bi bîr anî. Piştî şehadeta Hêvîdar hevala wê Feraşîn gihîşte asta şehadetê, dîsa birînên min nûbûn ez pir bandor bûm. Feraşîn û Evzem jî mina keçên min bûn, dema şehîd bûn min bi xwe îlana wan ji malbatê re ragihand, min hîs dikir ku parçeke din ji kezeba min oxir kir. Zarokên me her sê malbatan sê kulîkên Kurdistanê ne û di nava bexçên azadiyê de xemleke nû dane vîna têkoşînê. Şehadeta wan giran bû ji ber hersê hevalên dibistanê yên hevdû bûn, di demeke kurt de bi hev re tevlî bûn û di heman salê de şehîd bûn. Em şehadeta lehengên xwe li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin şehîd namirin.”

‘FERAŞÎN RÊYA RÛMETÊ JI XWE RE HILBIJART Û GIHAND DAWÎ’

Dayika şehîd Feraşîn Emşa Hisên li ser jiyana têkoşer Feraşîn Metîn axivî û diyar kir ku şehîd Feraşîn di sala 2017’an de tevlî refên Tevgera Azadiyê bû û wiha pêde çû: “Berî wê mîna her keçeke malê dibistana xwe dixwend. Girêdanên wê bi çandê re xurt bûn û dixwest ku tevlî navenda Çand û Hunerê bibe. Di demeke kin de tevgera wê di malê de hate guhertin, tarzê jiyana xwe serarast dikir yanî xwe dûrî van tiştên ku îro ciwan pêve mijûl dibin, kir û tevlî ciwanên şoreşger dibû. Tevlîbûna wê bi vî rengî bû di dibistanê de bi hevalên xwe yên ciwanên şoreşger re xwe perwerde dikir da biçe tevlî bibe. Dema Feraşîn tevlî bû, ez li malê bûm. Xeber ji min re hat tevlî bûye. Min telefon da rêveberiyên wan kir gotin tevlî bûye wisa dilê min rehet bû, ji ber rêya rûmetê ji xwe re hilbijart.

Çawa em wisa sozên xwe li pey şehîdên şoreşê didin, em ê li pey zarokên xwe jî bidin zarokên me ji şehîdên şoreşê nebaştir in. Bi qasî 6 salan di nav refên Tevgera Azadiyê de ma, min tiştek li ser wê nebihîstibû heyanî agahiya wê bi xemla şehadetê, ji min re hat. Di meha Nîsanê sala 2022’an de tevlî refên pakrewana bû. Feraşîn, Hêvîdar û Evzem di heman salê de şehîd bûn. Bi qasî min êş şehadeta Feraşîn kişand heman êş min ji bo şehadeta Hêvîdar û Evzem jî kişand. Deriyê min ji şoreşê re vekirîbû û heya niha vekiriye. Feraşîn soza xwe bi min re gihand dawî. Ez şehadeta wê li Rêber Apo û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê pîroz dikim.”    

‘EVZEM DI BER ERKÊN ŞOREŞÊ DE XWE BERPIRSYAR DIDÎT Û JI BO WÊ ŞEHÎD BÛ’

Dayika şehîd Evzem Çiya, Monteha Xelîl behsa sekna têkoşer Evzem kir û destnîşan kir ku di despêka şoreşê de Evzem dibistan dixwend, lê tevgera wê di nav ciwanên şoreşger de li navçeya Tirbespiyê hebû. Monteha Xelîl ragihand ku şehîd Evzem Çiya di jiyana xwe de xwedî sekin bû, ji hevalên xwe hezdikir û moralekî pir xurt dida wan û ev tişt got: “Xwe berpirsyar di ber erkên şoreşê de didît û her tim ji min re digot ez dixwazim bibim şervan. Digot ev du sal in min biryar ji xwe re daye ez tevlî bibim, lê tam ez negihîştime wê baweriyê. Niha tam min xwe perwerde kir û giham wê baweriyê ku bibim parêzvana Kurdistaneke azad. Di sala 2014’an de tevlî refên şoreşê bû û berî biçe jî di nameya xwe de ev tişt ji min re got, ‘Ji hezkirina minî rast ji te re û ji rêya şehîdên şoreşê û fikirên Rêber Apo re, min rêya rûmetê hilbijart’. Di wê nameyê de navên hevalên xwe yên herî ji wan hez dikir ku rêya wan şopand şehîd Hêvîdar û Feraşîn anîbû ziman. Evzem bi çalakiyeke mezin tevî 4 hevalên xwe piştî 48 rojan li ber xwe dan û gihîşte asta şehadetê.

Evzem di nav herdû hevalên xwe de Hêvîdar û Feraşîn herî dawî şehîd bû. Min ji şehadeta Evzem re xwe amade kiribû ji ber di van mijaran de hestê dayikbûnê ji her tiştî zêdetir li pêş e. Hersê zarokên me dema gav paşde ne avêtin û bi serkeftinan dijminên me şikandin, heya asta şehadetê. Rêya wan riya rûmet û serfiraziyê ye û em xwedî şans in em bûne malbatên şehîdên jinên şoreşê. Ez şehadeta wan li Rêber Apo û li hemû têkoşerên azadiyê pîroz dikim.”