ANALÎZ

Hêviya gelê Sûriyeyê QSD ye- ANALÎZ

Ji Helebê bigire heya Reqa û Dêrazorê tenê hêvî û misogeriya rizgarkirina tevahî gelên Sûriyê QSD’e ye.

Li Sûriyeyê piştî şer û kaosa 2011’an dest pê kir, yên herî zêde zîyan dîtin û hatin qetilkirin, koçber bûn û ji welatê xwe derketin wekî her wextê dîsa gelê sivîl bû. Kom û grûbên ku di Sûriyeyê û Rojava de xwe wekî mûxalefet diyar dikirin û hemberî rejîma Sûriyeyê qaşo şer dikirin. Piştî demeke kurt ji aliyê dewletên wekî Tirkiye, Qatar, Siûdê Erebistanê ve ji bo berjewendiyên xwe hatin bikaranîn. Yanî wekî destpêka şerê 2011’an yê Sûriyeyê Artêşa Azad xwe wekî hêviya gelê Sûriyeyê da diyarkirin û qet wisan derneket. Artêşa Azad gel ji xwe re bi kar anî û hêzên derve jî Artêşa Azad ji bo xwe bi kar anî, lewra piştî demeke kurt Artêşa Azad û komên cuda bêhêvîtî belav kirin. Ji bo wê kîjan kom hat gelê sivîl ji bo xwe bi kar anî.

LI SÛRIYEYÊ BIRATIYA GELAN BI SER KET

Heya niha bi sed hezaran gelê Sûriyê bûn qurbana van koman, hatin qetil kirin. Yên ku di vî şerê Sûriyeyê de herî zêde deskeftî anîn, berdêl dan, fikra xeta sêyemîn bû. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya ku sînorê gelan tuneye, hemû gel, bawerî û çand dikarin bi hev re bijîn bû bingeha Şoreşa rast ya Rojava û Sûriyeyê. Di nava vî şerî de ya bi ser ket biratiya gelan bû.

Derketin û îlankirina YPG’ê û YPJ’ê bû hêviyek di nava gelê Rojava de, ne tenê ji bo Kurdan. Di wexteke pir kurt de hemû gelên di Rojava de dijîn derdora YPG’ê bû xelek. Di berxwedan û sekna Kobanê de ne tenê Kurd bi ser ketin, tevahî mirovahiyên ku singên xwe hemberî çeteyên DAIŞ’ê kirin sîper bi ser ketin, ya rast mirovahî li Kobanê bi ser ket.

DÎROK CAREKE DIN XWE DUBARE DIKIN

Çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan, yên ku wekî ewrên reş û xovek xist nava dilê cîhan de, bi hemû hêza xwe taybet êrîşê Kurd û biratiya gelan kirin. Çawan kurdan BZ(Beriya zayînê) Îskenderê Makedonî (Îskenderê Mezîn) li çiyayê Toros û Zagrosan şikand, Kawayê Hemdem zilma Dehaq li Mezopotamya şikandin, bi YPG’ê û YJP’ê re carek din dîrok xwe nû kir û erkê dîrokî YPG’ê û YPJ’ê ya dawîkirina zilmê û azadiya mirovahiyê girte ser milê xwe. Dîsan eynî mekan û eynî cihî ango Mezopotamayê dîrok di şexsê biratiya gelan de xwe nû dike. Wekî her carê dîrok xwe dubare dike.

Lewra jî dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Rojava û Bakurê Sûriyeyê kirin rastî berxwedan û sekna şervan û gelê herêmê hatin. Çeteyan ne karî sîperên ku şervanan ji bedena xwe çêkirin derbas kirin. Di 2015’an de tevahî hêzên ku hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin dibin sêwana QSD’ê de bûn yek û hemberî çeteyên DAIŞ’ê mewzî girtin.

QSD’Ê JI HOLÊ HETA HELEBÊ RIZGAR KIR

QSD’e bû hêviya tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê û heya tevahî gelê Sûriyeyê. Di nava 2 salan de QSD’ê Hol, Şedadê, Minbic, Tebqa, gelek cihên herêma Şehba, çend taxên Helebê rizgar kir. Niha jî pêngavên rizgarkirina Reqa, rojhilatê çemê Firatê yê Dêrazorê tên rizgarkirin.

Ne tenê herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin, ya herî girîng jî bi sed hezaran gelên ku bi salan e bin zilma çeteyan û zextan de ne hatin rizgarkirin. Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr, Çeçen û Tirkmen ji çeteyan hatin rizgarkirin. Ji bo wê di wextekî kurt de hemû gelên herêmê bangawazî li QSD’ê kir ku wan ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. QSD’ê gelên herêmê ji tarîtiyê derxistin ronahiyê. Reqa cihê ku DAIŞ’ê qaşo ji bo xwe wekî paytexta xilafetê îlan kirin, li ser serê çeteyan de hilweşandin û ewrên reş rakirin.

QSD’ê ji Dêrazorê heya Helebê ango 295 km bû hêviya gelê Sûriyeyê. Lewma jî hemû pêkhateyan banga xwe û dengê xwe gihandin QSD’ê. Ne rejîm, ne çeteyên DAIŞ, ne El-Nusra, ne jî Artêşa Azad bû hêvîyên gelên Sûriyeyê.

Li Kampa Eyn Îsa niha nêzî 5 hezar sivîlên ku ji Reqayê hatin rizgar kirin, bi hezaran sivîl jî li Tebqa, gundên wê û dewrûberê bajarê Reqa bi cih bûne. Dîsan li Dêrazora heya bajarê Himsê, 14 hezar sivîl ji aliyê QSD’ê hatin rizgarkirin. Hîna jî pêla rizgarkirina sivîlan li Reqa û Dêrazorê berdewam dike.

Her sivîlek tê rizgarkirin van gotinan dibêje: “Xwedê ji QSD’ê razî be, em ji dojehê xilas kirin, perdeya reş ji ser cîhana me rakirin, roja em ji çeteyan xilas bûn, cejna me ya esasî ye.”

Cihên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin êdî cilên rengîn, kenê ser rûyê dayik û zarokan, carek din hêviya jiyanek azad di çavên gel de xuya dike.