Hesen: Yekane yê destekê didin hucreyên DAÎŞ’ê Tirkiye ye

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Hesen yekane yên desteka esasî didin şaneyên veşartî yên li herêmê dewleta Tirk e.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hesen ê ji ANHA’yê re axivî û got hin alî li pişt şaneyên veşartî yên ku hewl didin fîtneyê di navbera şêniyên herêmê de li dar bixin, hene.

Elî Hesen wiha domand: "Piştî bidawîbûna şerê klasîkî li herêmê, hin alî û dewletan dest bi şerê taybet di nava civakê de kir û çîna ciwanan kir armanc. Da ku civak ji hev bikin. Ew jî bi rêya belavkirina hişbirê ji aliyê torên bazirgan û ajanan de, pêk hat. Lê bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hemleya ‘Jiyan berpirsiyartî ye’ 933 bazirgan, kesên hişbirê dibin hatin girtin , radestî dozgeriya giştî hatin kirin, da ku li gorî qanûnê werin cezakirin."

Têkildarî êrîşên sûîkastên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û aliyên piştevanê wê dikin, Hesen ev got: "Şaneyên hatin girtin, bi taybet ên li Dêra Zorê û yên ku hewl didin şêx, rûspiyên eşîran, sivîl, zarok û jinan armanc bikin, yekser piştevaniya xwe ji dewleta Tirk a dagirker de werdigirin. Da ku fîtneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biçînin û DAÎŞ’ê li herêmê vejînin."

Li dawiyê, Elî Hesen bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku dê li hember tevahî kiryarên terorîst û sekna li hember şaneyên veşartî, bibin mertal û parêzvan.