Hiqûqnas û Endamê Desteya Encumena Medenî ya Reqayê Hesen Mistefa diyar kir ku kirîza Sûriyeyê ji ber destwerdanên dewletên biyanî her ku diçe aloztir û xerabtir dibe û got," Rêveberiya xweser ji bo çareserkirina kirîza Sêriyeyê şansekî mezin e".
Hiqûqnas û Endamê Desteya Encumena Medenî ya Reqayê Hesen Mistefa bi bîr xist ku 11 sal di ser krîza Sûriyêre derbas dibin lê ji ber destwerdanên derve ku ji bo xizmetkirina berjeweiyên xwe kirîz dirêjtir û aloztir dibe û ta niha ti çareserî jê re nehatiye dîtin û got," Rêveberiya Xweser ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyeyê baştirîn çareserî ye û lihevkirinên yekalî wê ti çareseriyê ji bo kirîza Sûriyeyê pêk neyne".
Hiqûqnas û Endamê Desteya Encumena Medenî ya Reqayê Hesen Mistefa diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê şansekî mezin e û got," 11 sal di ser tevgera siyasî ya li Sûriyeyê re derbas bûn, ku destpêkê derdora 6 heyvan bi awayekî silmî bû, lê duvre hate guhertin û şoreş bû bi awayekî leşkerî. Ji ber vê yekê rewşa Sûriyeyê tevlihev bû û kete nava kirîzeke reş û tarî de û gelê Sûriyeyê ta niha nikarin çareseriyeke siyasî li gorî hemî aliyên Sûriyeyê bibînin. Tevî hemû nîqaşên bi hêzên navneteweyî yên ku di dosyaya Sûriyeyê de cih digirin, ev hêz di wê baweriyê de ne ku çareserî li gorî biryara 2254’an a ku di daxuyaniya Cenevre ya Yekem de tê temsîlkirin, pêk tê. Ya ku xetên sereke yên çareseriya siyasî li Sûriyê formule kir, lê desthilata Sûriyeyê hîn jî di çareserkirina qeyranê de danûstandinê dike û dereng dixe. Ev yek jî tevliheviya herêmê zêde dike û xizmeta siyasî li Sûriyeyê nake, ji ber vê yekê em her tim dûbare dikin ku baştirîn çareserî ew e ku hemî alî pev re têkevin nava gotûbêjî û danûstandinan de".
Dewleta Tirk a dagirker kirîza Sûriyeyê vesûd dike ji bo ku kirîz û pirsgirêkên xweyî navxwe veşêre. Di vê derbarê de Mistefa got," Dewleta Tirk dev ji pilanên xwe yên dagirker derheqê herêmê de berneda û tevgera siyasî ya li Sûriyeyê ji xwe re weke derfet dît. Bi vê yekê Tirkiyê ji çete û komên terorîst re bû weke navendeke ewle ji wan re. Her wiha Tirkiyê milîsên çekdar ên Sûriyeyê weke ji xwe re weke şansekî mezin ji bo vesûdkirinê dît. Lêbelê armanca wê ya sereke ji vê yekê ew bû ku imparatoriya Osmanî ji nû veje û planên xweyî berfireh ên qirêj bi cih bîne, lê em niha di serdema 22'an de ne û serdema imbratorîzmê ji mêj ve bidawî bûye û roja me ya îroyîn ev tişt qet ne pêkan e.
Mistefa destnîşan kir ku di encama xirabûna şert û mercên navxweyî û siyasî yên hundirê Tirkiyê de ku Partiya AKP'ê nûnertiya wê dike û di encamê de gelek serkirdeyên Tirkiyê hatin terikandin û tevlî refên opozîsyonê bûn, ku ne li gorî bername û nêzîkatiya Erdogan ne û got, ‘’Desthilata Sûriyeyê di demên dawîn de ji bo duristkirina rewşa gelê Sûriyeyê li gor zagona Sûriyê derfet li ber lihevkirinên yekalî vekir, lê ev lihevkirinên yekalî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê ti xizmetê nake. Lêbelê rewşê tevlihevtir û aloztir dike û fitneyê di nava pêkhateyên Sûriyeyê de pêk tîne. Ji ber ku hemî pêkhateyên Sûriyeyê ji kirîzê êş û azariyê dikşîne. Em bi hêvî ne ku lihevkirinên rasteqînî pêk werin, ku hemî pêkateyên Sûriyeyê bigre dest. Bi vê yekê emê armancên gelê Sûriyeyê yên sereke bi dest bixin.’’
Hesen Mistefa diyar kir Rêveberiya Xweser baştirîn çareserî ji kirîza Sûriyê re ye û wiha got: "Tişta herî girîng a ku ji kirîza Sûriyê derketiye, hebûna hêleke sêyemîn e ku bi hişmendî û birdoziya xwe ne li gel opozîsyonê bû û ne ligel rejîmê û rêbaza wê ya siyasî ya kevnar bû. Ev alî Rêveberiya Xweser bû, ku ji pênc salan ve hate derxistin. Jixwe ev piroje ji bo pêkanîna pergalek siyasî demokartîk dixebite û hemî pêkhateyên Sûriyeyê vedihewîne nava xwe û mafên wan diparêze".
Derheqê peymana civakî ya ku beriya demekê hat nîqaşkirin, Hesen Mistefa bal kişand ser mijara mafên gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, çi li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û çi li herêmên din ên erdnîgariya Sûriyeyê û wiha got: "Deskeftiyên Rêveberiya Xweser bi rêya pêvajoya avakirina wê karîbû bibe qonaxek di siyaseta Sûriyê de. Ev nerîna gelek kesên adil û objektîf in, çi li hundir û çi li derveyî Sûriyê bin, ji ber ku ew dibînin ku Rêveberiya Xweser tevî rewşa zehmet û tevî hemî astengiyan û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê, hebûn û hêza xwe di rêvebirina herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê de da peyt û isbat kirin".
Hesen Mistefa dawî li gotina xwe anî û got," Bi vê yekê gelek rewşenbîr û zanawer bi wê yekê bawer dikin ku Rêveberiya Xweser çareseriya bingehîn ji kirîza Sûriyeyê re ye".