Herî kêm 2 hezar Afgan li Sûriyeyê mirin
Hat ragihandin, 2 hezar Afganên bi desteka Îranê ji bo li gel rejîmê şer bikin çûn Sûriyeyê, mirine.
Hat ragihandin, 2 hezar Afganên bi desteka Îranê ji bo li gel rejîmê şer bikin çûn Sûriyeyê, mirine.
Hat ragihandin, 2 hezar Afganên bi desteka Îranê ji bo li gel rejîmê şer bikin çûn Sûriyeyê, mirine. Rayedarên Afgan diyar kirin ku di nava 5 salan de 2 hezar Afganên çûne Sûriyeyê û li gel rejîmê şer kirine, hatine kuştin.
Tê gotin, Afganên hatine kuştin di nava yekîneya bi navê 'Yekîneya Fatemiyon' şer dikirin.
Li gorî daxuyaniyê, 2 hezar Afgan mirine, 8 hezar jî birîndar bûne.
Hat ragihandin, Afganên di yekîneya navborî de hatine kuştin, Şîa ne. Beşeke mezin a ji wan jî li dijî Talîbanan şer dikirin.
Tê gotin, Îran ji bo berjewendiyên xwe Afganan li Sûriye û Iraqê dide şer kirin û yên birîndar dibin jî welatiya Îranê dide wan.