Hemo: Yên ku êrîşî hêzên me dikin, piştgiriyê didin DAIŞ’ê

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Hemo diyar kir, êrîşên li ser nuqteyên YPG/QSD’ê tê wateya piştgiriya bi DAIŞ’ê re.

Balefirên Rûsya û rejîma Sûriyeyê vê sibejê li rojhilatê Çemê Firatê bendên leşkerî yên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor bomberdûman kirin. Di vê bomberdûmanê de 6 şervan birîndar bûn.

‘TÊKÇÛNÊ DAIŞ’Ê BI DERENGÎ DIXÎNIN’

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo ji ANHA’yê re axivî û got, “Fermandariyên giştî yên YPG û QSD’ê bi dehan caran ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê banga alîkariyê kir. Me gelek destkeftî bi dest xist, hemû cîhan şahidê vî tiştî ye.”

Hemo diyar kir ku hinek hêz dixwazin têkçûna DAIŞ’ê bi derengî bixînin û ji ber vê jî Pêngava Bagera Cizîrê asteng dikin.

‘DIVÊ RÛSYA HELWESTA XWE ZELAL BIKE’

Hemo got ku, “Em li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Lê Rûsya û rejîma Sûriyeyê nuqteyên me bombe dikin. Em dixwazin sedema bomberdûmanê diyar bikin. Gelo Rûsya û rejîm şirîkên DAIŞ’ê ne û alîkariyê didin wan? Çi dibe bila bibe ew ê hêzên me rojhilatê Firatê û gundên Dêrazor ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Em barekî li ser milê me ye. Divê hemû dinya vî tiştî zanibe. Me ji hemû hêzên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rêveberiya Rûsyayê re got ku em ê van herêman rizgar bikin.”

‘EM AMADE NE BERSIVÊ BIDIN’

Fermandarê Giştî yê YPGʹê Sîpan Hemo di dawiya axaftina xwe de jî got ku hêzên wan ji bersivdayînê re amade ne û û wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺEm ê van herêman rizgar bikin û şêniyên wan ji zulim û zordariya DAIŞʹê rizgar bikin. Em ê bersivê bidin hemû hêzên ku êrîşan li dijî hêzên me pêk bînin û pêşketina me asteng bikin. Êrîşa li ser hêzên me piştgiriya bi DAIŞʹê re ye û di çarçoveya dirêjkirina temenê wê de pêk tê.ʺ