Hemîd El Ferec: Eşîrên Ereb hemû mil bi mil bi QSD'ê re ne

El Ferec destnîşan kir ku eşîrên Ereb û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû bi QSD'ê re ne û got, li dijî destwerdanên derve yên ji bo tevlîhevkirina ewlehiya herêmê mil bi mil piştgiriya hêzên QSD'ê dikin.

Ji rûspiyên eşîra El Walîda Hemîd El Ferec li ser êrişa dawî ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê ya Hesekê ji ANF'ê re axivî.

El Ferec diyar kir ku hêzên derveyî herêmê li pişt van bûyeran hene û got, "Dewleta Tirk a mêtinger piştgiriya çeteyên DAÎŞ'ê dike. Li aliyê din jî desthilatdariya Sûriyeyê rê li ber çeteyaên DAÎŞ'ê vedike."

El Ferec destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya Sûriyeyê berpirsyarên sereke yên êrişan e û got, "Her wiha koalîsyona navneteweyî jî xwedî berpirsyariyê ye, ji ber ku mijarê bi rengekî cidî nanirxîne. Bi vê yekê re rê dane DAÎŞ'ê ku li herêmê tevbigere. Her wiha Rûsyyaê jî li deverên ku di bin kontrola rejîma Şamê de ne rê li ber çeteyan vekirin, ew derbasî bajarê Hesekê kirin. Bi vî rengî xwest ku aramiya herêmê têk bibin û DAÎŞ'ê ji nû ve birêxistin bikin."

Hemîd El Ferec diyar kir ku DAÎŞ di destê hêzên hundirîn û derve de tenê amûreke û ew hêzên desthilatdar DAÎŞ'ê bi kar tînin.

Hemîd El Ferec anî ziman ku êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Xiwêranê di demekê de hate kirin ku ji bo lidarxistina hevpeymaneke civakî danûstandinan di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dest pê kiribûn û destnîşan kir ku êriş planeke navdewletî û herêmî ye ji bo tevlîhevkirina rewşa li herêmê.

El Ferec bang li dewletan kir ku çeteyên xwe yên li girtîgehên Rêveberiya Xweser werbigirin û got, "Li herêmên rêveberiya xweser divê dadgeheke navneteweyî pêk were û ev çeteyên hov werin cezakirin. Ji ber ku her tim ev çete ewlehiya herêmê tevlîhev dikin û divê bi lezgînî werin cezakirin."

El Ferec ragihand ku cihên girtîgehên Rêveberiya Xweser ne zêde asê ne û bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên navneteweyî kiribû ku ji bo çeteyên DAÎŞ'ê li derveyî bajêr girtîgehên asê ava bikin.

El Ferec herî dawî destnîşan kir ku eşîrên Ereb û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû bi QSD'ê re ne û got, li dijî destwerdanên derve yên ji bo tevlîhevkirina ewlehiya herêmê mil bi mil piştgiriya hêzên QSD'ê dikin.